Şewata daristanên li Dersimê gelo ji bo madenê ye?

img

STENBOL – Ekolojîst Yûsûf Gursûcû, diyar kir ku şewata li daristanên Dersimê tenê ne ji ber operasyonên leşkerî ye, dibe ku ji bo qada madenê ya li navçeya Îlîç a Erzinganê bê firehkirin û qadên nû jî hatibin şewitandin. 

Ji destpêka havînê ve di dema operasyonên leşkerî de li Dersim, Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê agir bi daristanan ket. Îtfaiye bi tu awayî mudaxileyî şewatan nekir û her wiha destûr nedan welatiyan jî ku mudaxileyî şewatê bikin. Ekolojîst-nivîskar Yûsûf Gursûcû şewtandina daristanan nirxand. 
 
‘TAKTÎKA ŞEWITANDIN Û RÛXANDINÊ YE' 
 
Gursûcû, bilêv kir ku gelek sedemên nemudaxilekirina şewatan heye û got: "Hew maye mirov bipirsin 'qey Dersimê xaka welatekî din e?' Ev rewş Taktîka şewitandin û rûxandinê ye. Ev taktîk xwe dispêre taktîka ku çi bi kêrî dijmin bê bila bê şewitandin û rûxandin." Gursûsûc, diyar kir ku di sala 1997'an de ev taktîk di Peymana Cenevreyê de hatiye qedexekirin, lê belê hîn jî li gelek deverên cîhanê tê bikaranîn. Gursûsûc, da zanîn ku DYA, Îsraîl, Îran, Pakîstan, Iraq û Tirkiye jî ev peyman îmze kirine. Gursûsû got: "Ev taktîk di şer de li cihên ku hatine terkkirin tê bikaranîn. Lê belê divê ev taktîk li vira wekî taktîka ku çanda jiyana bihev re ya gelê kurd ji holê radike û bajaran bê nasname dike bê zanîn. Helbet divê hêla wê ya madenê jî neyê jibîrkirin." 
 
‘QADA MADENÊ TÊ BERFIREHKIRIN' 
 
Gursûcû, destnîşan kir ku daristan tenê ji ber operasyonên leşkerî nayên şewitandin. Gursûcû, bilêv kir ku ji bo madenên bin erdê jî daristan tên şewitandin û ji bo vê jî mînaka lêgerîna li madenan a li navçeya Îlîç a Erzinganê da. Gursûcû got: "Lê belê sedema din jî, divê wekî sedema şewitandinê bê zanîn. Li navçeya Îlîç a Erzinganê ji zûv de bi siyanurê madena zêr tê derxistin. Ji Îlîçê heta qadên daristanî yên Pulur û Xozatê tam 5 hezar metre sondaja madenê hat çêkirin. Niha hewl didin qada madenê ya li îlîçê berfirehtir bikin. Ji bo vê jî divê herêmên bejahiyî ji mirovan xalî bibin û daristan ji holê bên rakirin. Yanî kes bawer nake ku tenê daristan ji ber operasyonan tên şewitandin. Helbet dema daristan tên şewitandin tenê ji bo tiştekî nayên şewitandin. Hem ji ber operasyonan e, hem ji bo mirovên li wir ji wir derkevein hem jî ji bo qadên madenê bên peydakirin." 
 
CUDAKIRIN
 
Gursûcû, diyar kir ku bi awayekî aşkere li ber çava ye ku dewlet cudahiyê dixe navbera rojava û rojhilatê welat. Gursûcû, bilêv kir ku di şewata li dristaneke Bûrsayê de 58 îtfaiye û 5 helîkopeter bi hev re mudaxileyî şewatê kirin. Gursûcû, anî ziman ku şewatên ji bo rabntê li tevahiya Tirkiyeyê tên kirin û got: "Lê belê cudatiya di navberê de ew e ku ev yek li bajarên kurda bi hêsanî tê kirin. Sedem jî propagandaya 'têkoşîna li dijî terorê' ye." 
 
EGER WALÎ RAST BIGOTANA...
 
Gursûcû bal kişand ser daxuyaniya Waliyê Dersimê ku îdia kiribû şewat tune ye û got: "Eger walî rast bigotana, dê çûyîna parlementerên HDP'ê nehatana astengkirin. Jixwe li ber çavan bû ku daristan çawa dihatin şewitandin. Sedema astengkirin jî ew e ku rê li ber nîqaşan bigre. Her wiha ev helwesta walî nêrîna wî ya li parlementerên HDP'ê jî nîşan dide." 
 
Gusûcû, destnîşan kir ku bi awayekî zêde ekolojî tê texrîbkirin û got: "Ewqas xemnexur in ku ji bo pera, ji bo berjewendiyên sermayeyê her rê ji bo wan helal e. Ji bo jiyana mirovan a xwezayî bi pêş ve biçe divê hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê dawî li îktîdarên sermayeyê bê. Em dibînin ku cîhan di nav lepên kapîtalîzmê de ber bi karesateke mezin û tunebûyînê ve diçe." 
 
MA / Muhammet Dogru