Li kêleka rêya Cizîr û Hezexê bi hektaran qad şewitî

img
ŞIRNEX – Di encama şewata li kêleka rêya Cizîr û Hezexê derket de bi hektaran qad şewitî. 
 
Li kêleka rêya di navbera navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê de duh şewat derketibû. Welatiyan mudaxeleyî şewatê kir û vemirandin. Şewat dirêjî heta bajarokê Deştadarê ya girêdayî Hezexê bû û bi hektaran qad şewitî û bû xwelî. Gellek dar, rez û baxçeyên li derdorê zirar ji şewatê dîtin. Nehat zanîn ku şewatê ji ber çi sedemî derketiye.