Wekîlên HDP’ê: Dixwazin li Dersimê jiyan û xwezayê tune bikin

img
DERSIM – Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî diyar kir ku ew li Dersimê bi rastiya Tirkiyeyê re rû bi rû ne û got: “Raste rast êrîşek li ser qada jiyanê û çavkaniyên jiyanê ya Dersimiyan e.” 
 
Li Dersimê di encama operasyonên leşkerî û bombebaran hewayî de şewata daristanan derdikeve. Şewat li gellek herêmên Dersimê didome. Rayedar mudaxeleyî şewatê nakin. Her çiqas hin komên dildar mudaxele jî dikin lê derfetên wan kêm in û dîsa jî şewatê dixin bin kontrolê. Lê ji ber ku şewat li pey hev derdikeve derfetên vemirandinê jî têr nakin. 
 
Ev nêzî 4 hefteye li herêmên cuda şewat didome. Bi hezaran hektar qada hêşînayî şewitî û bû xwelî. Bi deh hezaran dar dişewitin û herêm ji jiyana lawir û pezkoviyan re jî bûye dojeh û maye. Hemû jiyana xwezayî ji ber şewatê zirar dibîne. 
 
DESTÛR NEDAN WEKÎLAN 
 
Heyeta Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhen Bîlgen, parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Mahmut Togrul, Erkan Baş, Meral Daniş Beştaş, Erdal Aydemîr, Murat Çepnî, Mehmet Ruştu Tiryakî, Dilşat Canbaz û Kemal Bulbul pêk dihat xwestin biçin herêma şewatê ya li Geliyê Balî. Lê leşker û polîsan destûra heyetê neda û bi astengiyan rû bi rû man. 
 
'ŞEWAT RASTE RAST BI PLANSAZÎ YE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî li Dersimê bi rastiya Tirkiyeyê re rû bi rû ne û got: “Li gellek nokteyên Tirkiyeyê şewat derdikevin. Şewatên hemwext pêk tên. Du sedemê van şewatan hene. Yek jê rant e û ya din jî şer e. Tiştên li Dersimê diqewime encama rastiya şer e. Encama dijminahiya li dijî Dersimê ye. Ev şewat ji ber xwe ve dernakeve. Raste rast ji aliyê desthilatdariyê ve tê derxistin. Dixwazin herêmê bikin dojeh û qada şer. Raste rast êrîşek li ser qada jiyanê û çavkaniyên jiyanê ya Dersimiyan e.” 
 
‘DAXUYANIYA WALÎ ÎTÎRAFA SÛC E’ 
 
Çepnî daxuyaniya Waliyê Dersimê nirxand û got: “Daxuyaniya Waliyê Dersimê lixwe mikûr hatina sûc e. Li holê sûcek li dijî xwezayê heye. Dixwazin vê binixumînin. Me carek din dît. Ev şewat bi her awayê xwe hatine plankirin.” 
 
‘POLÎTÎKAYA BÊMIROVKIRINÊ YE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul jî destnîşan kir ku li hêla rojavayê Tirkiyeyê mudaxeleyî şewatan tê kirin û li hêla rojhilat jî gel bi derfetên xwe dixwaze şewatê vemirîne lê hewldanên vemirandinê tên astengkirin. Togrul anî ziman ku bi deh salan e li Dersimê her sal şewatê derdixin û got: “Sedemê vê yekê jî ew e; dixwazin gel ji axa wan koçber bikin û herêmê bêmirov bikin. Polîtîkayek bizanebûn li ser herêmê xistine meriyetê. Waliyê Dersimê dibêje li herêmê şewat tune ye. Heke şewat tine be çima hûn pêşiya heyeta me digirin. Dixwazin bi şewata daristanê jiyanê li gel û xwezayê bikin jehr û bihêlin.”
 
'DERSIM BÛ QADA ŞER’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî da bibîr xist ku ji bo ew biçin herêmê lêkolînan bikin li ser fermana rayedarên dethilatdariyê rêya wan hatiye astengkirin û got: “Heke rêya me girtin ne bi zanebûn ve, beriya çend rojan wekîlên AKP’ê li van herêman bi taybet hatin gerandin. Her wiha şerm nakin û dibêjin ku Dersim bajarê turîzmê ye. Lê bes em dibînin ku çar hawîrdorên Dersimê bi kule, kalekol û nokteyên lêgerînê û qedexeyên kêfî hatiye dorpêçkirin. Em dibînin ku her devera dersime veguheriye qadek şer. Şewata şer a li Dersimê aramiya gel xera kiriye.” 
 
MA / Lezgîn Akdenîz - Semra Turan