‘Şewitandina daristanan ji dema Îtihat û Terakkî ve didome’

img
AMED - Ekolojîst Guner Yanliç bal kişand ser şewatên daristanan û bi bîr xist ku ji dema Îtihat û Terakkî vir ve bi armanca koçberkirinê her dem li herêmê daristan hatine şewitandin. Yanliç got desthilatdariya navendî ya îro jî bi heman ferasetê agir bi daristanan dixe û di van 40 salên dawî de her sal daristanan dişewitînin. 
 
Li qadên daristan ên çolterên navçe û bajarên herêmê ji ber operasyonên leşkerî şewat derdikeve û ev şewat didome. Ekolojîst Guner Yanliç sedemên şewatên daristanan û talankirina xwezayê nirxand. Yanliç bal kişand ser polîtîkayên dewletê ên ku bi hincetên “ewlehiyê” daristanan dişewitîne. Yalniç got şewitandina daristanan gerdîşiyeke netew dewletê ye û wiha dewam kir: “Gerdîşiya şewitandina daristanan ji dema Îtihat û Terakkî ve berdewam dike. Mantixê netew dewletê ye. Di serhildana Şêx Seîd de, di Plana Islahatê ya Şarqê de, di serhidana Dersimê de jî bi armanca ku gelê herêmê ji cih û warê xwe koç bike dîsa daristanên herêmê hatin şewitandin. Îro jî bi heman zinîyetê tên şewitandin. Di van 40 salên dawî jî bi hincetên mîna ‘herêma leşkerî, herêma ewlehiyê û herema şer’ her carê bi navekî cûda her sal daristanên me tên şewitandin.” 
 
‘BOMBEBARAN DIKIN Û DIŞEWITÎNIN’ 
 
Yanliç anî ziman ku daristan di bin navê “ewlehiyê” de ji aliyê dewletê ve tên şewitandin û wiha got: “Di encama operasyonên leşkerî de herêmê gulebaran ango bombebaran dikin û agir bi daristanan dikeve. Qereqol di bin navê ‘ewlehiyê’ de daristanan dişewitîne. Li hemberî vê jî bi tu awayî pêkanîneke qanûnî jî tuneye. Ji xwe tı nikarî dozê jî lê vekî ji ber ku dadgeh bi hiceta ku ji bo ewlehiyê hatiye şewitandin kiryaran diparêze. Bi sedema ‘ewlehiyê’ di qanûn de jî şewitandina daristanan rewa dikin. Nahêlin ku kes vemirîne jî. Dibêjin ‘hema heya ku çû, kîjan gelî û çiya şewitî… Dema ku daristan dişewite bi hezaran cûreyên zindeweran jî pê re dişewite ev wîjdana mirovan diêşîne.” 
 
‘METIRSIYA MAYINAN HEYE’ 
 
Yanliç diyar kir ku hevalên wan li Dersimê û gellek deverên din li aliyekî şewat vedimirandin û li aliyê din ve jî bi xetereya teqandina mayinan re rû bi rû diman û ji ber vê sedemê nikaribûne bangewaziya vemiyandina şewatê jî bikirana. 
 
“ŞEWITANDINA DARISTANAN TUNEKIRINA JIYANÊ YE”
 
Yanliç bal kişand ser girîngiya daristanan a ji bo mirovan û hemû heyberan û wiha pêde çû: “Li cîhanê daristan ekosîstema herî mezin e, di nava xwe de gelek zindeweran dihewîne. Qadeke hem ji bo hemû tiştan hem jî ji bo mirovan xwedî girîngiyeke jiyaniyê ye. Bi hezarê salan mirov di nava daristanan de bê pirsgirêk jiyane. Niha ji tu hincet ji bo şewitandina daristanan ne di cîh de ne. Ev feraseta kapîtalizmê ye ku her tiştî ji bo kar-sermaya xwe dike, li gor berjewendiyên xwe li her tiştî difikire. Heke ev yek dewam bike, dê bi awayekî kurewî xweza şiklek neyinî biguhere ev jî tê wateya ku ji hemû zindeweran û mirovan re qadeke jiyanê nemîne.” 
 
Yanliç banga rawestandina şewatan kir û xwest hemû kes li xwezaya xwe derkeve.