Baroya Dersimê: Divê mûdaxileyê şewatê bê kirin

img

DERSIM - Baroya Dersimê, diyar kir ku divê demildest mûdaxileya şewata daristanên çolterên navçeya Xozatê bên kirin. Welatî Înan Dogan jî, anî ziman ku bi awayekê zanebûn çand û dîroka wan tên şewitandin. 

Şewata berî hefteyekêye, bi daristanên herêmên Degirmendere, Zogan, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundul ên  Alîbaogaziya navçeya Xozata Dersimê berdewam dike û bi tu awayî rayedar mûdaxileyê şewatê nakin. Ji ber bombebarana helîkopterên tîpa kobra û topên hewanê yên ji qereqola Amutka hatin avêtin, şewat derket û ji ber ku kes mûdaxileyê şewatê nake, belav dibe. Baroya Dêrsimê û welatiyên Dersimê bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin rayedar demildest mûdaxileyê şewatê bikin. 
 
'ÇAND Û DÎROKA ME DIŞEWITE'
 
Welatî Înan Dogan, diyar kir ku bi awayekê zanebûn çand û dîroka wan tên şewitandin. Dogan, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Şewata li herêmên hatine qedexekirin, dibe sedema tunebûna sewal û nebatên di xwezayê de. Ez herêmê pir baş nas dikim û li wê herêmî bi taybetî bi sedan pezkoviyên ji bo Elewiyan pîroz, beraz, hirc, rovî û gur hene. Li hemberî şewata li herêmê rayedarên dewletê bêdengin. Divê gel bertekan nîşan bidin. Bi awayekê zanebûn xwezaya me tên şewitandin. Bi şewatê xwezaya me tune dikin. A ku di şewite çand û dîroka me ye."  
 
'DIKARAN BI BALAFIRIN MÛDAXILE BIKIN'
 
Dogan, destnîşan kir ku ji ber herêma şewatê, hatiye qedexekirin destûrê nadin gel biçin şewatê bivemirînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rayedar dikarin bi balafiran mûdaxeliyê şewatê bikin. Du çemên mezin ên herêmê hene. Bi balafirê dikarin ji çemên Derekoyu û Degirmendere ava bigirin û şewatê bivemirînin. Lê naxwazin vê yekê bikin. Ji ber vê em baş dizanîn, bi awayekê zanebûn naxwazin şewatê bivemirînin."
 
'ŞEWAT DARISTANAN NABE KU BE AMÛRÊ SIYASÎ'
 
Baroya Dersimê jî, derbarê şewata li herêmê berdewam dike de, daxuyaniyek nivîskî weşandin û wiha got: "Ji bo parastina daristanan û divê dewlet tedbîran bigire û ev berpirsiyariya dewletê ye. Nabe ku propagendeya siyasî li ser texrîbkirina daristanan bê kirin."
 
‘DIVÊ DEMILDEST MÛDAXULE BÊ KIRIN’
 
Baroyê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Divê demildest mûdaxileyê şewata li navçeya Xozata Dersimê ya berdewam dike bê kirin. Şewata daristinan tu carî nayê qebûlkirin. Emê weke Baroya Tencelî şopdarê pêvjoya hiqûqî ya şewata daristanan bin."