Dê li dijî texrîbkirina ekolojiya Şemrexê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin

Parve bike:

MÊRDÎN - Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê ku bertek nîşanî Şîrketa Etî-Bakirê ya girêdayî Cengîz Holdîngê ya li Şemrê xwezayê talan dike da, ji bo çalakiya ku dê di 11'ê Nîsanê de li gundê Têznê li dar bixe, banga beşdariyê kir. 

 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê, dê têkildarî wêrankirina xwezayê ya li Şemrexê ku ji aliyê Şîrketa Etî-Bakir a girêdayî Cengîz Holdînê li Şemrexê tê kirin, raporekek amade kir. Daxuyaniya têkildarî raporê li avahiya Koordînasyona Bajêr a Mêrdînê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîzan (TMMOB) hat dayîn. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî beşdasrî daxuyaniyê bûn. Li hêwana civînê pankarta “Em ê li hemberî Etîbakirê xwezaya xwe, xaka xwe û ava xwe biparêzin" hat daliqandin. Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Agît Ozdemîr ku di civînê de axivî, da zanîn ku asta avê ya heyî daketiye biniya 60'î û got ku ji ber ku ji xeynî vê saetê 356 metrekup av tê xerckirin, ev yek dibe sedema encamên vegera wan tune ye. 
 
Ozdemîr da zanîn ku ji Beşa Endezyariya Jîngehê ya Zanîngeha Teknîkê ya Bûrsayê di Nîsana 2023'yan de raporeke teknîkî amade kirine  û got ku çendî di raporê de qirêjiya avê hatiye diyarkirin jî tu tevdîr nehatine girtin. 
 
Ozdemîr destnîşan kir ku maddeyên kîmyewî yên ku dê di tesîsan de bên bikaranîn pir talûke ne û got ku ji ber van madeyan dê nexweşiyên wekî astim, fîbroza pişikê û pençeşêrê çêbibin. 
 
Ozdemîr bilêv kir ku ligel fabrîkeyê avakirina sê tesîsên din jî dê bibin sedema texrîbkirina jîngehê, kêmbûna çandiniyê û qedandina kaniyên avê. 
 
Ozdemîr, banga beşdariya li çalakiya ku dê di 11'ê Nîsanê de bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li gundê Têznê yê Şemrexê li dar bixin kir û got: "Ji bo parastina kaniyên avê demildest divê tevdîr bên girtin û xerckirina ava pîşesaziyî bê sînordarkirin."