Projeya Tûrîzmê ya Çeşmeyê: Şûraya Dewletê red kir, AKP israr dike

Parve bike:

ÎZMÎR - Wezaret û rayedarên AKP'î der barê Projeya Tûrîzmê ya Çeşmeyê de ku Şûraya Dewletê wê "li dijî berjewendiya giştî" nirxand, tevgeriyan. Ekolojîst Koray Turkay hişyarî da û got: "Dê deryaya paqij, jîngeh û zeviyên çandiniyê ji holê bên rakirin."

Projeya Tûrîzmê ya Çeşmeyê ku armanc dike ku ji sedî 75'ê Nîvgirava Çeşmeyê ya li Îzmîrê ji bo pêşveçûnê veke, dîsa di rojevê de ye. Şûraya Dewletê di sala 2024'an de bi hinceta ku "li dijî berjewendiya giştî" ye, projeyê pesend nekir. Lêbelê, tê gotin ku Wezareta Çand û Tûrîzmê projeyê ji bo pejirandina wê ji nû ve dinirxîne û sererast dike. Sekreterê Giştî yê AKP'ê û Parlamenterê Îzmîrê Eyyup Kadir Înan jî di daxuyaniyekê de ku di Adarê de kir, bang li muxalefetê kir ku "piştgiriyê" bidin pêvajoya projeya nû amadekirî.
 
Ekolojîst û niştecihên deverê dibêjin ku ger proje bê bicîhanîn, çavkaniyên avê û binesaziya Çeşmeyê dê têrê nekin. Wekî din, ew hişyariya wêrankirina ekolojîk didin ji ber ku deverên ku proje lê bên çêkirin deverên parastî yên xwezayî, deverên daristanî û zeviyên çandiniyê ne.
 
XISARÊN GENGAZ ÊN PROJEYÊ
 
Ji Platforma Ekolojiyê ya Çeşmeyê Koray Turkay ku bandorên gengaz ên projeyê nirxandin, diyar kir ku proje li ser qadeke 20.5 milyon metrekareyî ye ku bi qasî 4 hezar qadên futbolê ye. Turkay projeyê bi "Kanala Stenbolê" re berawird kir û got: "Ev proje dê bi tevahî hevsengiya Çeşmeyê têk bibe. Ew ê ekosîstema wê hilweşîne û barekî mezin li ser binesaziya wê bike. Taybetmendiya herî mezin a Çeşmeyê deryaya wê ya paqij e. Lê heke tişt bi vî rengî berdewam bikin, dê paqijiya deryayê nemîne. Tûrîzm dê bimire, zeviyên çandiniyê dê werin wêrankirin. Em di heman demê de bi pirsgirêkên cidî yên ji ber krîza xurekan re rû bi rû ne. Ev krîza xurekan dê di demeke nêzîk de bi awayekî pir mezintir xwe nîşan bide."
 
'EV TÊKOŞÎN, TÊKOŞÎNA TEVAHIYA TIRKIYEYÊ YE'
 
Turkay diyar kir ku proje tesîsên mezin pêşbînî dike ku dê zirarê bidin deverên xwezayî û got: "Hem xelkê Çeşmeyê, hem xelkê Îzmîrê û hem jî rêxistinên ekolojîk bi hev re li dijî vê yekê ne. Em dizanin ku Şaredariya Çeşmeyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di destpêkê de projeyê erê kirin. Lê piştî bertekên tund, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê jî li dijî vê yekê derket."
 
Turkay destnîşan kir ku rêveberiya nû ya Şaredariya Bajarê Mezin bi erênî li hember projeyê disekine û partiya desthilatdar jî ji vê yekê cesaret digire û wiha domand: "Em dibêjin ku ev yek dê ji bo Çeşmeyê qet baş nebe, ew ê tevahiya avahiya Çeşmeyê têk bibe, binesaziya wê bixe bin zextê û deverên xwezayî û jîngehên wêran bike. Têkoşîna li ser vê mijarê mezin dibe. Rêxistinên ekolojîk ên li Çeşmeyê, Platforma Ekolojiyê ya Çeşmeyê û gelek avaniyên bi vî rengî hem ji hêla qanûnî ve û hem jî ji hêla afirandina hişmendiya giştî ve li dijî vê projeyê têkoşînekê dimeşînin. Ev ne tenê projeyek e ku der barê Çeşmeyê de ye, ew tevahiya Tirkiyeyê eleqedar dike."
 
'PROJEYA RANTÊ'
 
Turkay, hişyarî da ku rewşeke mîna ya li Stenbolê qewimî, dikare li Îzmîrê jî çêbibe û got: "Ev proje ji bo Çeşme û Îzmîrê fermana mirinê ye. Ev projeyek e ku heta Ûrlayê dirêj dibe. Ew projeyek e ku dê qadeke 20 hezar û 500 hezar metrekareyî ji holê rake."
 
Turkay destnîşan kir ku nifûsa Çeşmeyê di mehên havînê de digihîje 1.5 mîlyonî û hewla zêdekirina vê hejmarê du sê caran dê zirarê bide xweza, derya û avaniya demografîk. Turkay ev tişt gotin: "Herêmên parastî yên pileya yekem, pileya duyem û pileya sêyem hene. Ev dever herêmên parastinê ne. Ew her wiha erdên çandiniyê û hewzên berhevkirina avê ne. Desthilat û komên sermayeyê yên li pişt wê dikarin bi yek fermanê van deverên parastî ji holê rakin û çi bixwazin bikin. Em li vir behsa projeyekê dikin ku 'projeyên elît', otêlên pêncstêrkî û qadên golfê dihewîne. Ango, ne mijara ketina an bikaranîna welatiyên asayî yên van deveran e. Bikaranîna deverên deryayê jî dê ji bo raya giştî were girtin. Ji ber vê yekê, li vir tu projeyek tune ku sûdê bide xelkê Çeşmeyê an jî xizmeta berjewendiya giştî bike. Ew bi tevahî projeyek e ku ji bo rantê û qezenckirina sermayeyê hatiye plankirin."