Ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re hatiye terxankirin

img
ANTALYA – Parêzerê Lîjneya Hawirdorê yê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Tuncay Koç diyar kir ku piştî kar û barên destûrnameyên kanên keviran radestî Midûriyeta Giştî ya Karên Madenê hatiye kirin, bê dîtin qad ji kanan re tên terxankirin. Koç got ku heke hemû destûrname di heman demê de bikevin meriyetê dê ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re bên terxankirin.
 
Bajarê Antalya ku ji ber xweza, behr û dîroka xwe, yek ji bajarê herî girîng ê turîzma Tirkiyeyê ye, bi qadên ku ji rantê re hatine vekirin, xwezaya wê tê talankirin. Parêzerê Lîjneya Hawirdorê yê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û endamê Parêzerên Tevgera Hawirdor û Ekolojiyê Tuncay Koç wêrankirina ku ji ber rantê li bajar tê kirin nirxand. Koç diyar kir ku Antalya ji ber xwediyê behr û qadeke berfireh a bi daristan e, ji bo turîzmê bûye bajarekî girîng û li gel vê yekê jî ji şîrketên kanê re hatiye terxankirin. 
 
Koç da zanîn ku bi guhertina qanûna madenê ya di 2014’an re hemû kan ketine nav senifandina madenê û qadên daristanan ji van kanan re hatine terxandin û wiha got: “Nêzî hezar şîrketên ku bi awayekî qanûnî dikarin bixebitin hene. Her wiha ji vana zêdetir şîrketên ku destûrname negirtine û dixebitin jî hene.”
 
‘BÊYÎ KU VENÊRÎN BÊ KIRIN QAD JI KANAN RE TÊN TERXANKIRIN’
 
Koç bal kişand ser kanên keviran ên li Elmali û Fenîkeyê ku daristan li wan zêde ne û ev tişt got: “Li van deveran daristanên sedîran ji kanan re hatine terxankirin. Berê ji bo vekirina kanan destûr ji Îdareya Taybet a Bajar dihat girtin, lê niha ji bo vê yekê destûr ji Midûriyeta Giştî ya Karên Madenê tê girtin. Midûriyeta Giştî ya Karên Madenê li gorî agahiyên li ber destê xwe bêyî ku biçe qadê û lêkolîn bike, destûr dide vekirina kanan. Heke hemû destûrname di heman demê de bikevin meriyetê dê ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re bên terxankirin.”