Ji ber bertekan civîna ÇED’ê nehat lidarxistin

img
MERSÎN - Civîna agahdariyê ya ÇED’ê ku ji bo çewlika mesiyan a ku dihat plankirin, li taxa Bogzak a Silîfkeyê bê çêkirin, ji ber bertekên şêniyên taxê hat betalkirin.
 
Şîrketa Anonîm a Berhemên Behre û Avê ya Kiliçlarê plan dike ku li navçeya Silîfkeyê ya Mersînê çewlikên mesiyan çêke. Rapora Nirxandina Bandora hawirdorê (ÇED) ya ku ji bo çewlikan pêşkêjî Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Mersînê hatibû kirin, ji aliyê midûriyetê ve guncav hat dîtin. 
 
Li ser vê yekê bi armanca agahdariyê hat xwestin ku li xwaringeheke taxa Bogzakê, bi beşdariya karmendên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, nûnerên şîrketa nav borî, karmendên plan û bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê û Komeleya Dostên Hawirdorê ya Mersînê civînek bê lidarxistin. Lê ji ber bertekên şêniyên taxê civîn hat betalkirin. 
 
Piştî betalkirina civînê rayedarên ku ji bo civînê hatibûn taxê, raporeke ku gel agahdariyê naxwaze girtin û bi wesayîtên pê hatibûn ji taxê veqetiyan.