Qirêjkirina robar welatiyên taxan û kesên tên betlanê dixe nava fikaran

img
MÊRSÎN - Li Erdemliyê, qirêjiya di robar de xuya dikei welatiyên taxê dixe nava fikaran.
 
Li ser cadeya Egemenlî ya Mîllî ya taxa Lîmanlu ya navçeya Erdemliya Mêrsînê, bermahiya diherike robar, welatiyên taxê dixe nava fikaran. Li Lîmonlu ya di havînê de, dibe cih û warê betlanvanan, kesên tên betlanê jî dixe nava fikaran. Li ser robar, weke ku ronê bermahiya petrol xuya dike. 
 
MIROV DI ROBAR DE AVJENIYÊ DIKIN
 
Welatiyên taxê diyar kirin ku ji bo paqijkirina robar bi salane çareserî nehatiye danîn û rayedar qirêjkirina robar pişt guh dikin.  Welatiyan dan zanîn ku robar diherike behre û her sal turîst tên herêmê û wiha gotin: “Ji ber qirêjiya heyî em ditirsin li ber peravên robar bimeşin. Em nizanin ev bermahî ji kuderê tên. Me li rayedaran geriya, lê qet eleqedar nebûn. Divê vê şermê demildest paqij bikin. Ev ne layîqê Mêrsînê ye.”