Li Licikê beriya danişînê meşa edaletê hat lidarxistin

Parve bike:

ERZÎNGAN - Malbatên kesên di karesata madenê ya li Licikê de jiyana xwe ji dest dabûn, beriya danişînê meşek li dar xist û xwestin berpirsyar bên cezakirin. 

 
Di 13’ê Sibata sala 2024’an de li Madena Zêr a Çoplerê ya navçeya Licikê ya Erzînganê karesatek çêbû. Di karesatê de 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Danişîna 5’an a doza karesatê tê lidarxistin. Malbatên kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dane, beriya danişînê meşa “Ji bo Licikê edalet” li dar xist. Malbatên ku li Qada Dortyolê ya Erzînganê kom bûn, ber bi Edliyeya Erzînganê ve meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Licikê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Maf, hiqûq, edalet” û “Ji bo Licikê edalet” hatin berzkirin. Çalakvanan, pankarta “Madena Licikê ne qeza lê cînayet e” hilgirt. Malbatên kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dan, wekîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn. 
 
‘LI TIRKIYEYÊ NE HIQÛQ NE JÎ EDLAET HEYE’ 
 
Girseya gihişt ber deriyê edliyeyê, li vir daxuyanî da. Alî Ekber Yildiz ku kurê wî Ugur Yildiz di karesatê de jiyana xwe ji dest dabû di daxuyaniyê de axivî û wiha bang li şandeya dadgehê kir: “Destên xwe deynin ser wijdana xwe û wisa biryarê bidin. Bila neçin TBMM’ê û bi Suleyman Karaman re wêneyan bikişînin. Bila li kêleka me cih bigirin. Ez li vir bangî wezîrê dadê dikim; dibêjin ‘li Tirkiyeyê hiqûq heye, edalet heye.’ Ez jî dibêjim ku li Tirkiyeyê ne hiqûq ne jî edalet heye.”
 
‘EM ŞANOYEKÊ TEMAŞE DIKIN’
 
Wekîlê CHP’ê Orhan Saribal jî got ku doza heyî ne tenê cînayeteke kar e lê di heman demê de meseleya mafê hawîrdor û jiyanê ye. Saribal, got: “Yên ku daristan û avên me ji bo rantê talan dikin; ew bi xwe dewlemend dibin lê ji me re xwezayeke ku jiyan lê nabe dihêlin. Em li vir şanoyekê temaşe dikin.” 
 
Piştî axaftinan, malbat û beşdarên din ji bo tev li danişînê bibin derbasî edliyeyê bûn.