Texrîbata li Geliyê Dîcle ji taxrîbata Sûrê meztir e

img
AMED - Hevserokê Odeyên Endezyariyên Madenan (MMO) ya Şaxa Amedê Dogan Hatun aşkera kir ku li Geliyê Dîcle 6 jê bi destur û 4 jê jî bê bestur bi giştî 10 kanên xîzê li gel wêrankirina xwezayê rê li ber qirkirina çandî jî vedikin. 
 
Rûbara Dîcle di ber ruknê Amedê de dibore û Amed bi Rûbara Dîcle Amed e. Lê kanên xîzan li gel hemû hişyariyan dev ji xebata qilêrkirina rûbarê, wêrankirina xwezayê û qirkirina çandî ber nadin. Li gel kanên xîzan li hin cihên din ên Geliyê Dîcle avên gemar tevlê rûbarê dibin û jiyana giyanweran dixin xetereyê. Li gor daneyên TMMOB’ê ya Şaxa Amedê  di navbera 2002-2018’an de li Geliyê Dîcle 23 kanên kumê xebat kirine. Îro hê 10 kanên xîzê dixebitin û jiwan 6 jê bi destur, 4 jê jî bê destur dixebitin. 
 
DÎROK Û DÎCLE TÊ TUNEKIRIN 
 
Hevserokê Odeya Endezyarên Madenan (MMO) Hatun dide zanî ku ji ber lêkirina Bendava Dîcle debî ya Rûbara Dîcle heta Navçeya Bismilê kêm bû. Rayedaran jî ketina debiya Rûbara Dîcle ya li van herêman kirin hincet û Rûbara Dîcle ji statuya rûbarê xistin. Heke statuya ava Dîcle statuya rûbarê be dê vekirina kanên xîzan hê zortir bûna. 
Hatun destnîşan kir ku 15 sale li hemû deverên Tirkiyê wek Amedê sektora sereke û tekane înşeate. Bo ku sektora înşeatê li ser piyan bihêlin û geş bikin qirkirineke mezin ya xwezayê pêk tînin. Li devê çem û rûbaran pirî kanên xîzan vedan çem û rûbaran kirin wek çamur. Bi taybet jî Îdareya Taybet a Bajêr, Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê destura xebatê dan kanên xîzan û ji kanên xîzan yên bê destur dixebitin re jî tu astengiyek dernexistin. Hatun got ku ev pêkanîn li gel Rûbara Dîcle dîroka çandî ya li herêmê jî tê tunekirin. 
 
‘ÇED’Ê ESAS NAGIRIN’
 
Dema kanên xîzan tên vekirin raporên Nirxandina Bandora li Ser Herêmê (ÇED) esas nagirin. Li gel rapor xetereyê diyar dikin jî saziyên berpirs raporê esas nagirin û ji bo vebûna kanên xîzê bi israr desturê didin. Hatun li ser mijarê wiha got: “Li gor xaleke ji ya ÇED’ê piştî xwediyê kana xîzê karê xwe qedand neçare ku herêmên xira kirî dîsa li gor rihê xwezayê ava bike. Bi tu awayî tiştên ku di nav vê zagonan ÇED'ê de cih digire  pêk naye. Niha li tu ciheke Tirkiyê ev pêk naye. Heta îro, piştî rûhsata kana xîzan qediyane xwediyek ji xwediyê kanan cihê wiran kirine ji nûve li gor rihê xwezayê ava nekirine û neçûne. Ji bo vê jî dewlet hindik be jî ji xwediyê kanên xîzan teminat pere distîne. Piştî maweya desturê diqede û xwediyê kana xîzan heke cihê wêrankirî li xwezayê venegerîne dewlet dest dide ser wî temînatê. Heke kes an firmaya xwediyê kana xîzan qewlê dane pêk neyne divê dewlet bi wî temînatê wêrana pêk hatî sererast bike. Lê Dewlet tenê dest dide ser pere û diavêje xezîneyê. Xweza jî bi wî halê wîrankirî tê hiştin.” 
 
WÊRANÎYA LI GELÎ HÊ MEZTIR E
 
Hevserokê Odeyan Hatun bal dikişîne ser vê xetereyê ku van kanên xîzan ne tenê Geliyê Dîcle wêran dikin ew li gel wêrankirina Gelî mîrateya herî girîng a xweza û dîrokê, rê li ber qirkirina çandî jî vedikin. Li gor diyar kirina Hatun  wêrankirina li Geliyê Dîcle ji wêrankirina 6 taxên li Sûrê meztir e. Heke zagona ÇED’ê esas bê girtin pêkane ku ev wêrankirin careke din li gor xwezayê bê avakirin. 
 
PROJEYA BEDEWKIRINÊ?
 
Hatun herî dawî bal dikşîn ser ‘Projeya Bedewkirina Geliyê Dîcle’ ya Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê. Hatun gotina xwe wiha teman dike: Bi bin navê ‘Projeya Bedewkirinê’ de dîroka hezaran salan tê qirkirin. Ji bo vê jî hemû bîlbort bi pankartên ‘Projeya Bedewkirinê’ hatine dagirtin. Ew bi van pankartan propaganda dikin û dixwazin gel dîroka ku dê bê qirkirin nebinin. Em zanin dê piştî ve çi were û em diwazin gel jî vê bibîne. Em di nav gel de ne û gel jî vê qebûl nake. Divê em û gel bi hev re ji niha ve destur nedin ku dîroka me ya hezaran salan li ber çavê me bê tunekirin. Em dê xwedî li dîroka xwe derkevin û li dij kiryarên tinekirinê em ê tê bikoşin.