Li dijî JES’ên Uzundereyê ji nû ve doz tê vekirin

img
ÎZMÎR – Parêzer Naciye Gur diyar kir ku biryara “projeyê betal bike” ya li dijî bîrên JES’ê ya li Uzundureyê didome û şêniyên taxên dê li dijî sekinandina biryarê ji nû ve doz vekin. 
 
Li taxa Uzundere ya navçeya Karabaglar a Îzmîrê ji aliyê Adem Petrol ve ya bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn projeyên Santrala Enerjî ya Jeotermal (JES) ava bike. Di tîrmeha 2016’an de Walîtiya Îzmîrê rapora Nirxandina Derdora Bandor (ÇED) dabû. Li ser vê yekê şêniyên taxê mijarê veguhezandibûn darazê. 
 
Doz ji aliyê 1’emîn Dadgeha Îdare ya Îzmîrê ve hat vekirin. Dadgehê got ku rapor “li dijî qanûnan e” û projeyê betal kir. Lê heman şirket li heman herêmê ji bo 3 heb bîrên JES’ê ava bike ji nû ve rapora ÇED’ê hilda.
  
Ji parêzerên dozê Necmiye Gur da zanîn ku ew ê li dijî rapora “erênî ya ÇED’ê” îtîraz bikin û bal kişand ser pêvajoya hiqûqî ya dozê. 
 
‘XWEDIYÊ ŞIRKETÊ AKP’Î YE’ 
 
Gur destnîşan kir ku li gel di malpera Wezareta Bajarvanî û Derdorê de betalkirina projeyê hatiye weşandin jî lê şirket dîsa dixwaze projeya xwe bixe meriyetê û ew ê jî li dijî vê projeyê ji nû ve dozê vebikin. Gur anî ziman ku şirketa dixwaze projeyê pêk bîne nêzî AKP’ê ye û xwediyê şirketê Ercan Turan beriya niha jî bûye bernamzetê AKP’ê. Gur diyar kir ku piştî hilbijartinê dixwazin vê projeyê zûtir bidin destpêkirin. 
 
MA / Rûken Demîr