Şêniyên Uzundereyî di nobeta JES'ê dene

img
ÎZMÎR - Şêniyên Uzundere li dijî prejeya Çavkaniyên Jeotermalê (JES) bi rojan çalakî pêk anîn û biryara projeyê betal kirin. Lê Şîrketê dîsa rapora "Pêdivî bi ÇED'ê tune" stendin. Li ser vê yekê welatiyan dîsa dest bi nobetê kirin. 
 
Li taxa Uzundere ya Karabaglarê ya Îzmirê Şîrketa Atem Petrol ku nêzi AKP'ê ye, ji bo Bîra Çavkaniya Jeotermalê bikole rapora ÇED'ê girt. Walîtiya Îzmîrê Rapora Bandora li Ser Derdorê dabû şîrketê û li dijî vê yekê şêniyên Uzundere li dest bi nobetê kiribûn û doz biribûn dadgehê. Piştî biryara projeyê li dadgehê hat betalkirin Şirketê dîsa rapora  "Pêdivî bi ÇED'ê tune" stendin. Li ser vê yekê welatiyan dîsa dest bi nobetê kirin. 
 
EM DÊ SERÎ LI RÊYÊN HIQUQÎ BIDIN
 
Cîgirê Serokê Komeleya Parastina Bajarvaniyê ya Harmanyerî ya Uzundere Îsmet Turkelî diyar kir ku bi biryara dadgehê proje hatiye betalkirin û wiha got: "Şîrket hiqûqê binpê dike. Şîrket bi israr e ku bîrê veke. Bi van biryaran û JES'an hemû zeytûnên herêmê hişk dibin. Zerarê didin tenduristiya mirovan. Em dê dîsa serî li rêyên hiqûqî bidin. Em destûr nadin ku şîrket bîrê li vir bikole. Heta ku şîrket dest ji projeyê berde em dê nobeta xwe berdewam bikin.