‘Kirêjiya hewaya li Dîlovasi dê rêjeya dengê AKP'ê kêm bike

img

KOCAELÎ -  Serokê Komeleya Ekolojî û Derdorê (EKOSTER) yê berê Ercan Teker, diyar ku di serdema AKP'êde hewaya Dîlovasi gelek qirêj bûye û ji bo hewa qirêj bûye dê rêjeya dengê AKP'ê kêm bibe. 

Nifûsa Navçeya  Dîlovasi ya Kocaeliyê 48 hezar kesin. Li gel nifûsa wê hindike jî ji ber pîşesazî gelek zêde ye, hewa zêde qirêj dibê. Qirêjiya hewayê dibe sedem ku nexweşiyên pençeşêrê zêde bibe. Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, di sala 2004'an de lêkolîn kir û diyar kir ku li Dilovasi sedema mirinnan ji sedî 34 ji ber kanser (Pençeşêrê) ye. Odeya Endezyarên Derdorê ya Kocaelî jî di 2018’an de raporek amade kirin û di raporê de diyar kirin ku li Tirkiye rêjeya mirina ji ber pençeşêrê ji sedî 12.9 ye, lê ev rêje li Dilovasi ji sedî 33.7 e. Serokê Komeleya Ekolojî û Derdorê (EKOSTER) yê berê Ercan Teker ku 28 salin li Dilovasi dijî, ba kişand ser rewşa dawî ya navçeyê. Teker, diyar kir ku ji ber herêma Dilovasi buye herêma tesisên pîşesaziyê, hewaya wê gelek qrêj dibe û metalên giran û bermahiyên kimyewî li der û dorê belav dike. Teker, anî ziman ku ji ber bermahiyên kimyewî hewa gelek qirêj dibe û ev yek bandorek neyînî li ser tenduristiya mirovan dike. Teker, da zanîn ku piştî Prof.Dr. Onur Hamzaoglu, rapor amade kir û rêje aşkere kir komele ava kirin û dest bi têkoşîna li dijî qirêjkirina hewayê kirin. Teker, destnîşan kir ku piştî komele ava kirin, pirsgirêkên heyî li herêmê, Tirkiye û qada navneteweyî anîn ziman û wiha got: "Di sala 2006'an de  Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê hat avakirin. Piştî komisyon hat avakirin hin gav hatin avêtin. Lê ev gavên hatin avêtin dem borî bûn. Meclîsa hat avakirin çareseriyek mayinde pêş nexist. Mixabin hêj pirsgirêk berdewam dike. Her ku diçe tesîsên pîşesaziyê didomin. Her ku pîşesazî pêş dikeve, pirsgirêkên tenduristiyê jî zêde dibe. Her ku pîşesazî zêde dibe bêtir hewa qirêj dibe. Dîsa ji ber zêde koçberî heye, ev jî bi xwe re pirsgirêkên din ava dike. Pîşesaziyek bê plan û bê kontrol pêş dikeve. Ev yek bêtir xwezayê talan û wêran dike. Di vê pêvajoyê de gelek siyasetmedar hatin herêma Dilovasi, diyar kirin ku dê vê pirsgirekê bînin rojeva meclîsê. Soz dan, lê sozên ku dan pêk neanîn. Mixabin li herêma Dilovasi li şûna pirsgirêkê bê çareserkirin her ku diçe pirsgirêk mezin û kûr dibe."  
 
Teker, da zanîn ku gelê Dilovasi bi pirsgirêkên gelek mezin re rû bi rû ne û wiha got: "Ger li herêmekê bermahiyên kîmyewî u metalên giran hebe bixwaze nexwaze bandorê li ser tenduristiya mirov çê dike. Ev pirsgirêk ne tenê ya herêma Dîlovasi ye. Ya tevahiya Kocaelî ye. Niha herêma Gebze û Korfezê ji herêmên din ne cudatir in. Ev hewaya qirêj bi rêya ba li her derê belav dibe. Pirsgirêk ne bi cihbûna mirovan e. Pirsgirêk pêşketina pîşesaziyê ya bê plan e. " 
 
Teker, bal kişand ser bertekên civakê û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku ev hewaya qirêj bandorekê li ser tenduristiya civakê dike û çare nayê dîtin bertekên civakê gelek zêde ne. Ev yek dê bandora xwe neyinî li ser rêjeya dengên AKP'ê bike. Dê dengê AKP'ê dakevin. 
 
 
MA / Bilal Seçkin