Gundiyên Odemîşê: Dest nede ax, av û daristana me

img
ÎZMÎR - Gundiyên Zozanê Başova yên Navçeya Odemîşa Îzmirê vekirina kanên kevir û mermeran şermezar kirin. Gundiyan pankarta "Dest dene ava me, axa me û daristana me" vekirin û helwesta xwe anîn ziman. 
 
 
Gundiyên Zozanê Başova yên navçeya Odemîş a Îzmirê li dijî avakirina kanên kevir û mermeran çalakî pêk anîn. Gundî li hev kom bûn û çûn ser qada ku kanên kevir û mermeran lê hat vekirin û li vir çalakî pêk anîn. Gundiyên gundê Derebebekler, Dereuzunyer û Çamyayla yên li Zozan kom bûn, pankarta "Dest dene ava me, axa me û daristana me" vekirin û çalakî pêk anîn.