Ekolojîstan bertek nîşanî jêkirina 7 hezar darên sêvan da

img

WAN - Qeyûmê Şaredariya Mezin a Wanê 7 hezar darên sêvan ên li erdê ku firto VANTSO'yê, bi hinceta ne berdar in jêkirin. Ekolojîstan bertek nîşanî vê yekê da. Endezyara Çandiniyê Dîlan Yildiz got: "Eger ji cotkarekî jî bipirsiyana, ji bo xelaskirina daran gelek rê û rêbaz hebûn." 

Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, 7 hezar darên sêvan ên li ser erdê ku firot Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (VANTSO) bi hinceta berdarên meha borî ew jêkirin. Ekolojîst û endezyarên çandiniyê bertek nîşanî vê yekê dan. 
 
‘EGER JI ÇEND COTKARAN JÎ BIPIRSIYANA...' 
 
Endezyara Çandiniyê Dîlan Yildiz, diyar kir ku jêkirina daran ne çareserî ye û berî jêkirina daran gelek rê û rêbazên vê yekê hebûn. Yildiz, anî ziman ku eger bixwestana dikaribûn ji cotkarekî jî bipirsiyana û ji bo vê yekê gelek rê û rêbaz aşiyê hebûn. Yildiz got: "Maliyeta van aşiyan gelekî kêm e. Tenê macûna aşiyê, banda aşiyê û qelemek. Tişta em jê re dibên qelem, ji şaxên darê tê çêkirin. Maliyeta wê 3-5 TL ye. Lê belê rayedar dibên ew ê li şûna van daran 30 hezar darên din deynin. Maliyeta rêbaza aşiyê ne ji sedî 1'ê van daran e jî. Eger li ser înternetê jî bineriyana dikaribûn hîn bibûna. Lê belê rêveberên VANTSO'yê hewcetî bia şiyê nedîtine. Li wir hema bêje qirkirineke daran pêk hat." 
 
‘NE EXLAQÎ NE JÎ WIJDANÎ YE' 
 
Ekolojist Serdar Çevik ji diyar kir ku ji bo vê yekê gelek alternatîf hene û jêkirina 7 hezar daran ne exlaqî ne jî wijdanî ye. Çevîk destnîşan kir ku sozên ku dê darên nû bên çandin jî vala û bêwate ne. Çevîk bi bîr xist ku berê jî qeyûm 4 hezar darên li semta Bostanîçiyê yên ku ji aliyê şaredariya DBP'î ve hatibûn danîn jêkirine. Çevîk destnîşan kir ku heman feraset VOTAŞ jî niha daran qir dike û got: "Tu daxuyaniyeke xwediyên VOTAŞ'ê bawerker in. Daxuyanî xapînok in. Ev yek tenê polîtîkayên dewletê li herêmê dide der. Çawa ku dewlet daran bombe dike, kesên kapîtalîst jî bi heman awayî li herêmê dikin." 
 
Ekolojîst Încî Ûyar jî destnîşan kir ku dar hemû bi armanceke bazirganiyî hatine jêkirin. Ûyar got: "Jêkirina daran, pênaseyên wekî 'seqet' ku ji bo kesên astengdar tê kirin tîne bîra mirov. Yanî mirovên bi kêrî civakê nayên û neberdar, mirovên ku divê bên tunekirin. Niha jî jêkirina van daran bi temamî bera vê nêrînê ye."