Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite

img

DERSIM – Daristanên çoltera Pilemûriye piştî bi helîkoptêran hat bombebarankirin ev 3 roj in dişewite û şewat berfireh dibe. 

Çoltera Uzuntarla a navçeya Pilemûriye ya Dersimê 3 roj berê bi helîkoptêran hat bomberan kirin û şewat derket. Hat zanîn ku li çolterê her ku diçe şewat berfireh dibe û dar û devî dişewitin. 
 
Şewata li çolterê ji gundê Kerwar tê dîtin. Leşker nahêlin gundî biçin mudaxeleyî şewatê bikin û vemirandina agir asteng dikin.