Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel

img

AMED - Platforma Parastina Hewselê bertek nîşanî xebatên ku li Geliyê Dîcleyê ji aliyê DSÎ'yê di bin navê "Islahê" de tên kirin da û got: "Wê dîrok nîşan bide ku pêdiviya kê bi islahê heye." 

Platforma Parastina Hewselê derbarê xebatên Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) ku li Geliyê Dîcleyê di bin navê "Islahê" de dike, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Odeya Endezyarên Avahîsazan a Amedê pêk hat û aktîvîstên Komeleya Ekolojiyê, Akademîsyen Zekî Kanay û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdar bûn. Endamê Platformê Necdet Sezgîn daxuyanî da û got: "Wê dîrok nîşanî me bide ku pêdiviya kê bi islahê heye."
 
'DSÎ HEVSENGIYA ÇEM DIGUHERÎNE' 
 
Sezgîn bi bîr xist ku Baxçeyên Hewselê ji bo Amedê xwedî girîngiyek xwe dîrokî heye û wiha dewam kir: "Baxçeyên Hewselê ji demên berê de pêdiviya gelê Amade ya sebze û fêkiyan pêk tîne. Lê bi taybetî piştî polîtîkayên şaş ên li dijî Baxçeyên Hewselê ku di sala 2002'an de hatin pêşxistin Hewselê xesarek mezin dît.  Di rojên dawî de DSÎ li Çemê Dîcleyê xebatên ku hevsengiya çem diguherin dike û ev jî li ser daxwaza wezaretê tê kirin."
 
'WÊ HESAB BIDIN GEL' 
 
Sezgîn anî ziman ku xebatên li Çemê Dîcleyê tên kirin peymanên navneteweyî binpê dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev yek nayê qebûlkirin. Avahîsazên vê projeya çewt ku bêyî agahiya gel ev proje pêş xistine  wê hesab bidin nifşê bê.  Pêdiviya Dîcleyê bi vê 'Islahê' tune ye û pêdiviya kesên ku xwezaye çem diguherînin bi 'islahê' heye."