Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e

img

WAN – Ekolojîstan bertek nîşanî birîna daran a ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê ve ku ji qeyûm kirîbû û bi destê VOTAŞ’ê hatin birîn da û got: “Darên fêkî nedidan, dikaribûn bi dermankirinê xwedî lê derketina. Dibû salek şûn ve fêkî bidana. Li vir jiyana çûk, perperok û kêzikan bi dawî kirin.” 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qada bi darên fêkî ya li ser riya Erdîşê firotibû Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê. Fîrma Çandiniya Organîze ya Wanê (VOTAŞ) jî 7 hezar darên fêkî yên vê qadê birî. Ekolojîstan bertek nîşanî birîna daran da. Darên fêkiyan bi kepçe û traktoran hat birîn hêj li nav erd in. Ekolojîst Fatîh Şahîn diayr kir ku dê birîna daran dewam bike û got: “Daran li ser îdidaya ‘selefa aboriya darên fêkiyan kêm û dê li şûna darên hatin birîn yên nû deynin’ birîn e.” 
 
‘FERASETA BI ÇAVÊ ABORÎ LI DARAN DINÊRE EW FERASET QIRÊJ E’ 
 
Şahîn wiha got: “VOTAŞ’ê bi ser 7 hezar darên fêkiyan biriye û ji cihê wan rakiriye. Dema em bi rayedarên VOTAŞ’ê re diaxivin û ew dibêjin ku ji ber selefeya aborî kêm tînin birîn e. Ev jî feraseta kapîtalîzmê ye. Tenê bi çavê aborî li daran dinêrin. Ferasetek ku li zindîbûna daran nanêre, ferasetek qirêj e. Di encamê de ev dar hêlîna çûk û rawirên din bû. Ev dar xweza bi xwe ne. Daran oksijen dida û jêderka xwezayê bû. Lê mixabin îro 7 hezar dar birîn e. Kapîtalîzma nikare daran bifiroş e, siyas wan dibire. Em liv ir wahşeta kapîtalîzmê dibînin.” 
 
‘DIKARIBÛN DARAN BIANÎNA ASTA BIXÊR Û BEREKETÊ’ 
 
Şahîn anî ziman kul i şûna daran bibirin dikaribûn li gelek alternatîfên din binêrîna û wiha dewam kir: “Darên fêkî nedidan, dikaribûn derman bikirina. Dikaribûn van daran bi dermankirinê bikirina ku fêkî bidana. Heke ku derman bikirina dê van daran salek şûn ve fêkî bidana û bixêr û berbûna. Lê niha ev dar nîn in. Dibêjin ku dê şaxên nû deynin. Bi rastî jî ev hovîtî ye. Polîtîka Hîtler jî heman polîtîka bû. Ev faşîzm e û qirkerên xwezayê ne. Ji van daran re guneh e.” 
 
‘HER TIŞTÎ TUNE DIKIN’ 
 
Ekolojîst Serdar Çevîk jî destnîşan kir ku her tiştê baş ên li herêmê ji aliyê pergalê ve tê tunekirin û wiha axivî: “Em li qada VOTAŞ’ê ne. Nêzî 7 hezar dar ji kokê hatine birîn û bêyî ku li vir li alternatîfek din bigerin, raste rast xwezayê talan kirin e. Li keda nêzî 10 salan û zindiyên li vir hatine tunekirin. Ez vê hovîtiyê şermezar dikim. Ev rewş nayê efûkirin. Em li vir tenê daran nagirin dest, em li vir jiyana çûk, perperok û kêzikan digirin dest. Jiyana van rawiran jî hatiye bidawîkirin.” 
 
Li aliyê din Serokê Lîjneya Rêveberiya VOTAŞ’ê Yavuz Kahraman dar barê birîna daran de daxuyanî da û got: “Ji ber van 7 hezar dar bêxêr û bereket bûn hatin birîn. Em ê van rabikin û li şûna wan 30 hezar darên nû yên fêkiyan deynin.”