56 rêxistinên ekolojiye Yekîtiya Ekolojiyê ragihandin

img

AMED - Li Tirkiyeyê 56 rêxistinên ekolojiyê bi daxuyaniyên li bajarên cûda dayîn, ragihandin ku Yekîtiya Ekolîjiyê ava kirine. Yekîtiya Ekolojiyê, avakirina xwe ragihand û wiha got: “Ji bo bexwedanek bi hêz li qadên cûda şîn bibe û zemînek bi hêz a vîna me diparêzê bê avakirin em li hev kom bûn.”  

Li Tirkiyeyê, 56 rêxistinên ekolojiyê li bajarên cûda yên lê diman di heman saetê de avakirina Yekîtiya Ekolojiyê  ragihandin. Li Amedê jî hevparên Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya li Şaxa Odeya Avahîsazan civîna çapemeniyê li dar xist û avakirina xwe îlan kir. Ekolojîst Kadîroglu Ateş di civînê de axivî û wiha got: “Li çar aliyên Tirkiyeyê, me Yekîtiya Ekolojiyê ava kir.”