Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Sûr û Heskîf mîrateya hevpar e

img

ÊLIH – Hewldana Jiyankirina Heskîfê diyar kir ku Sûr û Heskîf mîrateyek hevpar a aîdî her kesî ye û banga beşdariya çalakiya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê kir. 

Hewldana Jiyankirina Heskîfê bi boneya çalakiyên “28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê” ku dê li gelek deverên welatên cîhanê bê lidarxistin, daxuyaniya nivîskî da. Hewldanê destnîşan kir ku qirkirina dîrokî, polîtîk, ekolojîk û çandî li dijî Sûr û Heskîfê pêk tê û got: “Em hemû kesî vedixwînin xwedî derketina ji bo bajarên dîrokî Sûr û Heskîfê. Bila her kes beşdarî çalakiyan bibe.” 
 
‘EM XWEDÎ LI DÎROK, XWEZA Û ÇANDÊ DERBIKEVIN’ 
 
Hewldanê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Heskîf û Sûr mîrateya hevpar a mirovahiyê û her kesî ye. Ji ber vê yekê hemû kesî eleqedar dike. Ji bo hilweşandin, veguhezandin û firotina van bajarên dîrokî bê rawestandin, em hemû kesî vedixwînin berpirsyariyê da ku xwedî derbikevin. Em bi bawer in û dizanin ku mirovahî li dijî hilweşandina van bajaran e. Divê em li dij derketina hilweşandina van bajaran, bi riyên rewa û demokratîk xwedî li qêrîna Heskîf û Sûrê derbikevin û riya me di vê xwedî derketinê de derbas dibe. Em destûr nedin wêrankirina qadên jiyanê. Em bi awayek hevpar xwedî li dîrok, xweza û çandê derbikevin.”