Bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan: Rêzê nişanî navendên baweriyên me bidin

img
DERSÎM - Welatiyên Pulura Dêrsimê bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan û piştî derdor paqij kirin, banga hestiyarbûna paqijiyê li welatiyên derdor û ziyaretvanan kirin.
 
Bi hatina biharê re Kaniyên Munzurê yên 17 kîlomet re dûrî navenda navçeya Pulura Dêrsîmê rastî eleqeyek mezin a ziyaretvanan tên. Ziyaretvan îsal jî mîna her salê zibaleyên xwe dantîn ser kaniyê û xweşikbûna xwezaya kaniyan qirêj dikin. Kaniyên Munzurê ku yek ji kaniyên çand, xweza, bawerî û turîzmeye, ji ber mekanên pîrozin tên parastin. Welatiyên Pulurê her car kom dibin û dest bi paqihiya  kaniyan dikin, lê cardin ev pirsgirêk çareser nabe. Welatiyên kaniyên Munzur paqij kirin, îsal jî banga paqijiyê li welatî û ziyaretvanan kirin. 
 
‘EM ZIBALÊ PAQIJ DIKIN’
 
Memet Şan, derbarê qirêjkirina kaniyan de wiha axivî: “Em zibalê paqij dikin. Gelê me di vî warî de zêde ne hestiyare. Ligel ku konteynirên zibalê hene jî zibaleya xwe diavêjin erê. Divê em qadên xwe paqij bigirin.” Ceren Sogukpinar jî, da zanîn ku bi hatina biharê re ji derve de gelek welatî tên Kaniyên Munzurê ziyaret dikin û wiha got: “Ev mîna mîna jiyana mirovane. Divê em qadên xwe yên jiyanê paqij bigirin. Hemû kesên tên bila zibaleyên xwe bi xwe re bibin.
 
Bînalî Oz jî, diyar kir ku ji bo kesên zibaleyê diavên pir aciz dibe û wiha bilêv kir: “Divê mirovên me xwedî navendên xwe yên baweriyê derbikevin û paqij bigirin.”
 
Elîf Îlke ya li kaniyan nanê sêlê çêdike jî, wiha got: “Ên tên vê derê qirêj dikin tu baweriya wan a kaniyên Munzurê tuneye. Ger baweriya wan hebûya  wihan nedikirin. Ji bo paqijkirina derdorê em çiqas bixebitin jî, ev pirsgirêk çareser nabe. Ên tên vê derê ne bi hestiyarin. Kaniyên Munzurê navendên baweriyêne. Em naxwazin ev der bê qirêjkirin. Divê mirov rêz bidin baweriyên me.”