Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar

img
ŞIRNEX -Li Şirnexê Tevgerên Hawirdorö û STK li dijî birîna daran daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Heta em xwezaya xwe azad bikin em ê bitêkoşin." 
 
Li dijî birîna daran a bênavber li herêma Besta ya Şirnexê didome, li Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê daxuyanî hat dayin. Daxuyaniya ku li ber avahiya KESK’ê ya Şirnexê hat dayin Komeleya Hawirdorê ya Dersimê, Koopereratîfa Kedê, Komeleya 78’an ya Amedê, TMMOB ya Şaxa Amedê, Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, Rêxistina HDP’ê ya bajarê Şirnexê, Baroya Şirnexê, Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê tev lê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Dawî li qirkirina ekolojiyê û daran bînin” nivîsandî hat vekirin.
 
Daxuyanî ji hêla endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrad Bîlgîç ve hat xwendin. Bîlgîç diyar kir ku divê demildest pêşiya darbirînê bê girtin û wiha got: “Daristan tenê ji daran pêk nayê, ew pergaleke ekolojiyê ya giştî ye. Ji ber vê bi kîjan sedemî dibe bila bibe, qirkirina daristanekê ya bi temamî an jî beşeke ji daristanê, tenê daran tune nake, pergala ekolojiyê bi temamî tune dike. Di xala 169'emîn a maqekanûnê de ev tê gotin;” Dewlet ji bo parastina daristanan û ji bo pêşketina qadên daristanan qanûnên pêwist bi kar tîne û tevdîran digire.”.
 
‘WÊ BERTEKÊN XURTTIR BIBÎNIN’
 
Bilgîç anî ziman ku qirkirina xwezayê ya ku li herêmê hatiye destpêkirin dibe sedema bênefeshiştina herêmê û got: "Di daneyên fermî de tê gotin ku di heft mehan de ji sedî heştê daristanên li Şirnexê kêm bûne. Li gorî vê daneyê divê ji bo parastina daristanên Şirnexê baldarî û hewldaneke taybet hebe, lê mixabin bi piştgirî û destûra dewletê li Şirnexê rojê bi hezaran dar tên qirkirin. Em vê qebûl nakin. Baş bizanin ku yên qesta hemû jiyanê dikin, ew ê her roj bertekeke xurtir li hemberî xwe bibînin. Mafê parastina jiyanê di hemû zagonên neteweyî û navneteweyî de cihê xwe girtine. Heke demildest pêşî li vê qirkirinê neyê girtin, ji bo parastina jiyanê çi pêwîst be em ê wê bikin."
 
‘HETA KU EM AZAD DIKIN WÊ TEBIKOŞIN’
 
Piştre li ser navê Platforma Hawirdorê ya Şirnexê Mûrat Ozbey axivî. Ozbey jî da zanîn ku xwezaya herêmê bûye qada rantê û ev tişt gotin: "Polîtîkaya bi temamî xalîkirina ji mirovan li Çiyayê Cûdî tê meşandin. Em dizanin ku evpolîtîka ne ji polîtîkayên şer serbixwe ne. Heya ku li vê herêmê polîtîkayên şer bên meşandin û heta ku di van polîtîkayan de bê israrkirin, wê xwezaya me were tunekirin. Em zîhniyeta ku kolan û xwezaya vî bajarî li me qedexe dike careke din şermezar dikin. Heta ku em xwezaya xwe azad bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘EM Ê TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
 
Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî axivî. Ozgûneş jî bi lêv kir ku li dijî talankirina xwezayê ew ê tekoşîna xwe bidomînin û got: "Li dijî şewitandina daristanan me dengê xwe bilind kir û li dijî birîna wan jî em ê dengê xwe bilind bikin. Da ku çeteyên dewlemend hinekî din otelan çêkin ji wan re qad vedikin. Ji ber vê jî  em li dijî qetlîama xwezayê ya li Behra Reş, Mêrsînê, Şirnex, Colemêrg û Sêrtê ne.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên” Xweza jiyan e, jiyanê nekuje” bi dawî bû.