Gundiyên ku di warê hiqûqî de bi ser ketin hîn jî li ber xwe didin

img

MELETΖ Şêniyên Taxa Dedeyaziyê ku li dijî kana madenê têkoşiyan û bi ser ketin, li dijî rayedarên şîrketê yên ku tevî biryara dadgehê heye jî gund neterikandin, hîn jî li ber xwe didin. 

Şêniyên Taxa Dedeyazê ya navçeya Doganşehîr a Meletiyê, li dijî kana madenê ku Şîrketa Anonîm a Madenvaniyê ya MARTÛT’ê dixwest çê bike, serî li Dadgeha Îdarî dan û doza ku kana madene bê betalkirin vekiribûn. Her çend şêniyên taxê di dozê de bi ser ketin, dîsa jî rayedarên şîrketê herêm neterikand. Li ser vê şêniyên taxê dev ji berxwedayîna xwe bernedan. Lê belê ji ber ku cendirme rayedarên şîrketê diparêze, nerihet in. 
 
‘KAN ZIRARÊ DIDE AXA Û AVA ME’ 
 
Şêniyê taxê Recep Çakir, bi lêv kir ku saziyên fermî guh nadin wan û got: “Bi salan e em li dijî van ocaxên madene têdikoşin.” Çakir, diyar kir ku berê jî wan madenvan ji taxê derxistine, lê belê dîsa hatine û got: “Em gundî ne, kar û barê me ax û av e. Ev kanên madenê zirarê didin axa me, ava me.” Çakir, destnîşan kir ku li hemberî van pêkanînan ew hewl didin dengê xwe ragihînin û got: “Ew çi qasî dev jê bernedin jî, lê em ê tu carî nehêlin ku li gundê me kana madenê bê çêkirin.” 
 
‘JEHRÊ BI ME DIDIN VEXWARIN’ 
 
Meryem Aslan, diyar kir ku ji roja ewil ve ew li dijî kana madenê ne. Aslan bi lêv kir ku di nav gundên li herêmê gundê herî hêşînayî lê heye gundê wan e, lê belê wê bi kanên madenê ev hêşînahî tune bibe. Aslan, anî ziman ku berê gundên derdorê dihatin gundê wan av dikişandin û got: “Dema kana madenê çê dikirin, bîra artezyenî li vir çê kirin. Ne avê, jehrê bi me didin vexwarin. Êdî em nikarin tu tiştî jî bikin. Tenduristî menduristî nema. Em nikarin rakevin, bêhn li me diçike, em nikarin kincên xwe bişon, zarok û extiyarên me hemû nexweş in. Xwezaya Dedeyaziyê qedandin. Ne mafê kesî ye ku ava me jehrî bike.” 
 
LEŞKER KARGÊRAN DIPARÊZE 
 
Endamê Komeleya Piştevaniyê ya Dedeyaziyê Huseyîn Emre jî, anî ziman ku ji bo maden bê girtin wan îmze kom kirine, lê belê tevî biryara dozê jî, makîneyên karî li nav erazî sekinandîne. Emre, got ev rewş jî nîşan dide ku dibe ji nişkave makîneyên karî dest bi kar bikin. Emre got: “Cendirmeyên li vir sekinandî dibêjin em we diparêzin, lê kengî em dest bi protestoyê dikin derdora me digirin û dixwazin em belav bibin. Ji dêvla ku gel biparêzin kargêran diparêzin. Cendirme ji gund dernakeve. Êdî zarok ditirsin.”  Her wiha Emre got gelek caran rayedarên şîrketê gefa mirinê li wan xwariye û giliyên wan ên di vî warî de esas nehatine girtin. 
 
GUNDIYÊN BERXWEDÊR BI SER KETIN 
 
Hefteya borî biryar hat dayîn û destûra ku berê ji bo Rapora Nirxandina Karîgerî ya Hawirdorê (ÇED) hatibû dayîn hat betalkirin. Parêzerê dozê Tayfûn Çakir, diyar kir ku destûra ku berê ji bo rapora ÇED’ê hatibû dayîn hatiye betalkirin û divê bêyî ku bi derengî bikeve biryara dadgehê bê sepandin. Çakir, diyar kir ku biryar hatiye nivîsandin, lê belê hîn teblîxî aliyan nehatiye kirin. Çakir got bi vê biryara dadgehê gundê Dedeyaziyê di warê têkoşîna hiqûqî ya li dijî kana madenê de bi ser ketiye. 
 
ROJNAMEVAN HATIN ASTENGKIRIN 
 
Çakir, destnîşan kir ku cendirmeyan qehwexaneya li derbaseya gund veguherandiye qereqolê. Çakir got her wiha rojnamevanên xwestine ji bo nûçeyan bên gund cendirmeyan li GBT’ya wan nêriye û dîmen û wêneyên wan desteser kirine.