Gundî li dijî çêkirina kana xîzê ketin nava tevgerê

img

DERSIM – Li Dêrsimê di 2015’an de li ser berteka welatiyan çêkirina kana xîzê hatibû rawestandin. Li ser  daxwaza dê dîsa kana xîzê bê çêkirin, şêniyên gund û Dildarên Parastina Xwezaya Dersimê bi boneya sekinandina projeye çûn herêmê.

Li herêma Kocakoç Pah a Dêrsimê di sala2015’an de destûr çêkirina kana xîzê hatibû dayîn. Lê Şaredariya DBP’ê, rêxistinên civaka sivîl û gundiyan nerazîbûn nîşan dabûn û proje hatibû rawestandin. Welatî û sazî ji bo projeyê dîsa ketin nava tevgerê. Welatiyên gund ên li herêmê dijîn û Dilarên Parastina Xwezaya Dêrsimê têkildarî mijarê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku makîneyên kar birine herêmê û ji nû ve dest bi kar kirine. 
 
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû derdorên hestiyar li dijî vê komkujiya xwezayê derbikeve û piştgiriyê bide welatiyên herêmê. 
 
Gundî ji bo li dijî çêkirina kana xîzê derbikeve diçin herêmê.