‘Ajal ne mal û kole ne'

img

ÎZMÎR - Aktîvîstên Azadiya Ajalan, ji ber ku Tirkiye 27 hezar ajal ji Brezîlya anîn çalakî pêk anîn û gotin: "Ajan ne mal, maşîne û kole ye."  

Aktîvîstên Azadiya Ajalan, ji ber ku Tirkiye 27 hezar ajal ji Brezîlya kirî û bi Keştiya NADA anîn Tirkiye bi daxuyaniyekê çalakî pêk anî. Aktîvîstên Azadiya Ajalan, li pêş Sefaretxaneya Fahrî ya Brezilya ya li Ansancakê daxuyanî dan û dowîzên “Ne goşt, can bar kiriye" û “Heta qefesa dawî bişkê û hucreya dawî hilweşe" rakirin. Li ser navê komê Aktîvîsta Azadiya Ajalan Guven Salgun daxuyanî da. Salgun, diyar kir ku ew bûne dengê ajalên di keştiya NADA de û wiha got: "Bazirganiya sewalan ji ya koleyan ne cudatir e. Sewal dikevin rêwîtiya mirinê. Sewal jî wekî mirovan hîs dikin û li azadiyê digerin. 
 
Salgun, anî ziman ku çêlekan di keştiyan de didin rawestandin û ji bo zêde rêx nekin xwarin û êm nadin wan. Salgun, da zanîn ku ku rêwîtiya sewalan a navbera parzemînan dibe sedema mirina sewalan û wiha got: "Ajalên ku di keştiyê de dimirin wan dixin maşîna hêrandinê û piştre davêjin bahrê. Ev li dijî wîcdan e. Salgun, destnîşan kir ku keştiya NADA Dê di 21'ê sibatê de bigêje Bendera Mêrsînê û û got: "Em bang li Berpirsiyarê Yildiz Shipping Mehmet Yıldiz, Şirketa Brezilya Minerva Foods û Goktaşlar a Goşt dikin ku dest ji vê yekê berdin. Em bang li hikûmeta Brezilya û Tirkiye dikin ku bi lezgîn dest ji bazirganiya ajalan berdin. Ajal ne kole mal û maşîne ye. Em nebin şirîkê vî sûcî. Ji bir nekin ku ne zilma xwediyê zilmê, berxwedana azadiya li dijî koleyê dê bi ser bikeve."