Ekolojîst: Parastina 51 daran nabe sedema rakirina hezaran daran

img

STENBOL - Ekolojîstên PArka Maçka diparêzin, diyar kirin ku Emine Erdogan bi "Projeya Bê Bermahî" tenê 51 daran diparêze û li aliyê din li Stenbolê bi hezaran dar tên birîn û ev nakokiyek mezin e. 

Hat diyar kirin ku di bin kontrola Hevsera Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan Emine Erdogan de bi "Projeya Bê Bermahî" di meha çile de 51 dar hatine parastin. Lê li aliyêdin duh di çarçoveya projeya tunela Rêya Bejayî ya Dolmabahçe-Levazım-Baltalimanı-Ayazaga de li Parka Maçkayê 199 dar ji kokê ve hatin rakirin. Ekolojistên li diî birîn û rakirina daran bertekên xwe anîn ziman diyar kirin ku li aliyekî 51 daran diparêzin, lê li aliyê din li Stenbolê bi hezaran dar tên rakirin û jêkirin. Ekolojîstan destnîşan kirin ku parastina çend daran divê nebe sedema rakirina hezaran daran. 
 
Serokê Sendîkaya Kedkarên Sinema (Sine-Sen) Zafer Ayden, anî ziman ku tişta li Parka Maçka tê kirin li dijî jiyana mirovan e û wiha got: "Ev der ne tenê qada me ya jiyanêye. Ev der qada hemû gelê Stenbolê ya jiyanê ye. Yên çav berdane qada jiyana me, em destûr nadin wan. Parka Maçka qada hemû zindîyan e. Em dixwazin li vê qadê xwedî derkevin. Li şûna paratina 51 daran divê bi hezaran daran ranekin. Tu aliyê parastina vê yekê tune ye. 
 
Ayden,  anî ziman ku Stenbol qada Erdhejê ye û li şûna 400 qadên ku mexdûrên erdhejê lê kom dibin 300 AVM hatin avakirin. 
 
Endamê Parastina Bajar a Stenbolê Çagdaş Ozturk jî anî ziman ku brîna darên li Parka Maçkayê qetlîam e û wiha got: "Ev xebata tunelê û rêya pira Sêyemîn tenê li ser rantê hatiye avakirin. Em wekî Stenbolî salek e li dijî vê yekê têdikoşin. Me 2 doz vekirine. Tevî ku ev doz bi encam nebûye jî xebatên projeyê didomin. Em vê yekê qebûl nakin. Yên li vî bajarî û welatî xwedî derkevin em in. Em destûr nadin vê talankirinê." 
 
Ozturk, bang li hemû gelê Stenbolê kir ku li Parka Maçka xwedî derkevin." 
 
MA / Muhammet Dogru