Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike

img

WAN – Mele Nûrettîn Îlengîz ku ji dayika xwe hînî çêkirina dermanên xwezayî bû, 30 salin dermanan çê dike û şîfayê belav dike. Îlengîz bi lêv kir ku tenê ew nebatên xwezayî bi kar tîne û dermanan çê dike. Mele Îlengîz diyar kir ku bi belavkirina şîfayê kêfxweş dibe. 

Mele Nûrettîn Îlengîzê ku 50 sal berê ji gundê Darînûs ê navçeya Xîzan a Bedlîsê koçî Wanê kir, ji dayika xwe hînî çêkirina dermanên xwezayî bû û bi salan e şîfayê li mirovan belav dike. Îlengîz destnîşan kir ku dayika wî bi salan bi dermanê nebatî mirov tedawî kirine û ev rêbaz hînî wî jî kirine. Îlengîz got ku wî ji gelek mirovan re dermanên nebatî çê kirine. 
 
'DAYIKA MIN ZANYERÊYÊN XWE BI MIN RE PARVE KIRIN' 
 
Mele Nûrettîn Îlengîz bi lêv kir ku bi zanyariyên ku ji dayika xwe hîn bûye, 30 salin dermanan çê dike. Îlengîz diyar kir ku ew neçûye dibsitanê piştî perwerdehiya li medreseyê wî salekê melatî kiriye û paşê li saziyeke din xebitiye. Îlengîz got piştî ew teqawid bûye, dest bi çêkirina dermanên nebatî yên çêkirina wan ji dayika xwe hîn bûye kiriye. Îlengîz got diya wî ji bo gelek nexweşînên bijîşk jî ji bo wan nedibûn çare dermanên nebatî çê kiriye û zanyariyên xwe bi wî re parve kirine. Îlengîz got ji bo xwe pêş bixe wî sûd ji pirtûkên Îbn-î Sîna jî wergirtiye. 
 
Îlengîz got fêdeya hemû fêkî, zebze û nebatên li xwezayê heye û wiha got: "Piştî ku min dît meaşê min ê teqawdiyê têra min nake, min dest bi bijîşktiya ku diya min ez hîn kirim kir. Min li Çarşiya Misirê dikaneke biçûk jî vekir. Piştî min ev der vekir herî zêde mirov ji bo nexweşîna gûatrê hatin cem min." Îlengîz got ji bo nexweşînên madeyê, astim, romatîzma, kirêcê, weşandina por, fitqa newqê, şewb û weremê gelek kes tên cem wî û ew jî ji bo wan dermanên nebatî çê dike. 
 
Îlengîz got wî şirûbeke ku bi kêrî kuxukê tê çê kiriye û got: "Min wê bi dimsa hirmiyan çê kir. Li gel vê gulbihar, hêrû, cehterî, anesûn, okalîptusê jî wek hevdu tev li hev dikim û dikutim û piştî dibe wek xwê dimsa hirmiyan bera ser didim û tev didim. Em hinekî li ser agir disekinînin. Piştî karê germkirinê em du rojan disekinînin. Paşê dixin şûşeyan û 10 rojên din jî disekinînin. Piştî demekê sê danan û her danekê jî nîv kevçî tê xwarin û ji bo kuxik û şewbê baş e." Her wiha Îlengîz got dema mirov şîlanê wek çayê dem bike û vexwe jî ji bo şewbê baş e. 
 
Îlengîz got diya wî hêrû wek çay dem dikir û ava wê ji bo madeyê baş bû. Îlengîz ev tişt jî gotin: "Nebata bi navê belkhewîs jî li ber siyê tê hişkkirin û tê kutandin. Paşê mirov wê dixe şûşeyan û hiltîne. Diya min dermanê ku bi vê nebatê çê dikir, ji bo nexweşîna weremê bi kar dianî." 
 
Îlengîz got heta ji destê wî tê ew hewl dide bi kêrî mirovan bê û got: "Tenê ne madî, di warê manewî de jî dixwazim destekê bidim mirovan. Yanî armanca min tenê ne pere ne. Hem alîkariya mirovan dikim hem jî debara xwe dikim. Li welatê me 12 hezar cureyên nebatan hene. Ji vana her yek jê xwedî cihekî ye. Serdemên berhevkirina wan cuda ye. Di dermanên nebatî yên ez çê dikim qethiyen madeyên kîmyewî tune ne. Bi temamî xwezayî ne." 
 
Îlengîz, destnîşan kir ku ji ber ew şîfayê li mirovan belav dike kêfxweş e. 
 
MA / Mahmut Rûvanas