Kampusa zanîngehê ya bi hezaran dar lê hene dewrî TOKÎ'yê kirin

img

RIHA - Serokê Şaxa ŞPO'yê yê Rihayê Selîm Açar got ku piştî Kampusa Eyyûbiye ya Zanîngeha Harranê ji bo îmarê hatiye vekirin, wê ev yek bi awayekî lezgîn li Deşta Heranê bike beton. Her wiha Açar xwest ev kampusa ku bi hezaran dar tê de ne, dê wekî qada seyranê bê sererastkirin. 

Di salên dawî de bi awayekî zêde li Tirkiyeyê qadên çandiniyê û hêşîn dikin beton. Bi taybetî jî ev rewş li Rihayê bi awayekî zêde xwe dide der. Di vê çarçoveyê de Senatoya Zanîngeha Heranê îmze avêt bin biryareke sosret. Senatoyê Kampusa Eyyûbiyeyê ya li Deşta Heranê ye û xwedî xakeke bibereket e û bi beramberiya li Kampusa Osmanbey fakulte û lojman bên avakirin û ev qad dewrî Îdareya Hêwirgehên Giştî (TOKÎ) kir. 
 
Serokê Şaxa Odeya Plansazên Bajar (ŞPO) a Rihayê Selîm Açar, destnîşan kir ku heke ev kampusa ku li Deşta Heranê ye dewrî TOKÎ'yê bê kirin, dê bi awayekî lezgîn rê li ber betonkirinê bê vekirin. Her wiha Açar pêşniyar kir ku divê kampus wekî qada seyranê ji bo xizmeta gel bê veqetandin.
 
'HEKE EM BIKIN QURABAN RANTÊ WÊ PÊŞEROJA BAJARÊ ME NEMÎNE' 
 
Açar bi bîr xist ku ji bo kampusa ku berê hatiye dewrkirin Rektor Ramazan Taşaltan gotiye "Heke em nekin wê hinekî din bikin" û ev tişt gotin: "Heke kesekî cahil wê qadê ji bo rantê bi kar bianiyana min ê fêm bikirana. Lê belê rektorek bi mantiqa rantê difikire û ez vê yekê fêm nakim." Açar, destnîşan kir ku mexseda rektor  ne ew e ku bêje "ka ez ê vê kampusê çawa ji bo bajêr bi kar bînim" û got kampus ji bo qada seyranê dikare bê sererastkirin. Açar bi lêv kir ku gel ji bo seyranê diçe qadên gelekî dûr û ev tişt gotin: "Ew der niha qada hêşîn e. Bi sererastkirineke biçûk mirov dikare wê veguherîne qada seyranê. Ma nabe ku mirov cihên wisa wek qada hêşîn bi kar bîne? Heke em qadên wisa bikin qurbanê rantê wê tu pêşerojeke bajarê me nemîne." 
 
BI HEZARAN DAR HENE
 
Açar pirsî "Qey heta niha dema Zanîngeha Harranê avahî bi TOKÎ'yê dane çêkirin, beramberiya wê hin tişt dane?" û wiha domand: "Ev qad li têketina deştê ye û li vir çêkirina avahiyekê ji aliyê TOKÎ'yê ve, tê wateya ku rê li ber betonkirina deştê tê vekirin. Wê ev betonkirina destpêkê bi demê re bibe sedema betonkirina hemû deştê. Em ji vê re dibêjin rîşikbûyîna li bajêr. Divê em rê li vê yekê bigirin. Divê rektor nebe pêşengê betonkirinê." 
 
Kampus li ser riya Riha-Kaniya Xezalan e û 140 donim e. Li vê qadê Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanistên Teknîkî, Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanistên Civakiyî, Fakulteya Baytariyê, Nexweşxaneya Heywanan, tesîsên vekirî û girtî yên sporê û hêwirgeha heywanan a aîdî şaredariya Bajarê Mezin lê heye. Her wiha li vê qadê bi hezaran darên cur bi cur hene.