OHAL'ê esnafê Eshab-i Kehf xist nava krîza aborî

img

MÊRSÎN - Ji ber OHAL'ê û pirsgirêka krîza aborî rewşa esnafên Eshab-ı Kehf roj bi roj xerab dibe. 

Piştî OHAL hat îlankirin, bandora krîza aborî roj bi roj xwe li ser esnafan dide der. Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê esnafên 33 şikeftên Eshab-i Kehf jî ketin bin bandora kriza aborî. Esnafên Eshab-ı Kehf ji ber îlana OHAL'ê ketin nava pêlê krîza borî û roj bi roj rewşa wan a aborî xera dibe. Esnaf Kadir Ulusoy, diyar kir ku piştî OHAL hat îlan kirin roj bi roj rewşa wan aboriyê xera dibe û nikarin debara xwe bikin. Ulusoy, anî ziman ku piştî her tişt zem bû êdî mirov nayên tiştan nakirin û wiha got: "Ji ber OHAL'ê kirîn û firotin kêm bû û em êdî nikarin debarê bikin. 17 esnaf li vir hene. Roj bi roj rewşa me xerabtir dibe. berê ji 7 rojan roja yekmeşê karê me hebû. Niha êdî wê rojê jî kar tune."
 
'LI CEM KESÎ PERE TUNE'
 
Esnaf Murat Açar anî ziman ku her kes ketiye bin bandora krîza aborî û wiha got: "Ji ber pere li cem kesî tune, êdî kes tiştan nakire. Li gorî sala par karê me nêvî nêvî kêm bûye." 
 
Esnaf Emine Ozgur jî anî ziman ku êdî nikarin kar bikin û wiha got: "10 salin li vir berhemên xwe difiroşim. Di 2 salên dawî de ji ber OHAL'ê nikarin kar