Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin

img
AMED – Rêxistinên sivîl ku li Amedê xebatan dikin, di çarçoveya kampanya “Ji bo Amede ku jiyanî em dest bidin hev” de li navçeya Sûrê bermahiyên ku hatibûn avêtin, berhev kirin.
 
Gelek rêxistinên sivîl ku li Amedê xebat dimeşînin, di çarçoveya kampanya “Ji bo Amede ku jiyanî em dest bidin hev” de li kuçe û kolanên navçeya Sûrê bermahiyên ku hatibûn avêtin, berhev kirin. Nûnerên rêxistinan, destpêkê li Qada Şêx Seîd li hev kom bûn û ji vir derbasî kolanên Gazî û Melîkahmedê, taxa Alîpaşa û derdora Minareya Çar Ling bûn. Nûnerên rêxistinan li van deveran bermahiyên ku hatibûn avêtin berhev kirin. 
 
Piştî paqijiya ku hat kirin nûnerên rêxistinan derbasî Birca Keçikê bûn û li vir daxuyanî dan çapameniyê. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, li vir axaftinek kir û xwest ku xweza neyê qêrijkirin û lê xwedî bê derketin.