Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin

img
ENQERE - Sendîkaya Kedkarên Çemawerî ya Baskê Xizmeta Çandinî   û Daristanê, diyar kir ku sedema zêdebûna şewatan, hişmendiya rantperest û xemsariyê ye û got: “Em ê temaşeyî şewitîna daristanan nekin.”
 
Sendîkaya Kedkarên Çemawerî ya Baskê Xizmeta Çandinî  û Daristanê (Tarım Orkam Sen), der barê şewatên daristanan ên di demên dawî de pir zêde bûne de daxuyaniyek nivîskî weşand. Sendikayê di daxuyaniyê de diyar kir ku di rojên dawî de li navçeyên Kozan û Pozantî yên Edenê, Mêrsîn, Hatay, Osmaniyê, Çorûm, Enqere, Sînop, qûntarên Çiyayê Cûdî ya Şirnexê û li Gelîbolû ya Çanakkale bi giştî 6 hezar û 500 hektar qadên daristanê şewitîn. 
 
‘SEDEMA ŞEWATAN HIŞMENDIYA RANTPARÊZE’
 
Sendikaye di dewama daxuyaniyê de wiha hat got: “Sedama şewitîna van herêman hirsa kar a kapîtalîzmê ye. Ji bo ku qadên nû yên ji bo razemeniyê vekin, mîna qûntarên Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, bi hincetên ewlekariyê daristan tên  şewitandin. Ev hişmendî, hişmendiya rantparêz û xemsariyê ye. Emê  li dijî van şewatan bêdeng nemînin.”