Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne

img

MÊRSÎN- Berdevkê NKP'ê Aycan Ozacan, anî ziman ku wê Santrala Nukleerê ya li Akkûyûyê tê çêkirin, bike ku Hewzeya Behra Spî bi mûtasyonê re rûbirû bimîne. 

 
Çêkirina Santrala Nukleerî ya li Akkûyûya Mêrsînê didome. Tê diyarkirin ku dê santral di 2023'yan de temam bibe. Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê (NKP) Aycan Ozcan, anî ziman ku santralên nukleerê tenê zirarê hildiberînin û got, di dema înşeatê de jî dibin sedema texrîbatên mezin. Ozcan, diyar kir ku li cihên ku santralên nukleerî tên çêkirin ên bedlê didin gelên herêmê ne û got: "Tu fêdeya santrala nukleerê wê li aboriya me, mirovên me, jiyana me ya civakiyî çênebe. Wê bibe sedema zirarine ku telafiya wan tuneye. Ên santralên nukleeerê diparêzind ibêjin wê ji sedî 7 bandoreke erênî li aboriya me bike. Li gor lêkolînên hatine kirin, heger xetên enerjiyê yên heyî bên guherandin û bên modernîzekirin wê ji sedî 20 enerjî kêm bibe. Qethiyena rmanca santralên nukleerê ne aborî û istihdam e, bi temamî li ser asasê rantê ye. Wê tu fêdeya wê li jiyana giyaneweran tunebe."
 
MÛTASYON 
 
Ozcan, destnîşan kir ku çendî ku santrala niha li Akkûyûyê tê çêkirin îneşat be jî, li Buyukecelî, Akkûyû û derdora wê bûye sedema texrîbatine mezin û got, piştî santral bixebite wê derdor bi radyasyon û mûtasyonê re rû bi rû bimîne. Ozcan, destnîşan kir ku wê ji ber radyasyonê germahiya Behra Spî zêdetir bibe û got, wê hevsengiya hewayê xera bibe. 
 
Ozcan, destnîşan kir ku ev projeya îxanetê ye û got: "Ên li dijî santralên nukleerî ne ji xeynî mafê jiyanê tu bendewarî û hêviyeke wan tuneye." 
 
MA / Omer Akin