Li 3 deverên Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket

img
ŞIRNEX- Li 3 deverên Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket. 
 
Li Çiyayê Cûdiyê li sê deverên cuda agir bi daristanê ket. Şewata li herêma Gundikê Spîndarûk û Gilondurê hîn jî diome. Her wiha li herêma li hemberî bajaroka Bespînê ya Silopiyayê jî agir bi daristanê ketiye. 
 
Agirê bi daristanê ketiye her diçe berbelav dibe. Heya niha bi tu awayî mudaxileyî şewatê nehatiye kirin.