Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê

img

MANÎSA – Seroka Komeleya Hawirdorê ya Salihliyê Parêzer Seçîl Ege Degerlî, diyar kir ku çendî ku der barê tesîsa biyogazê ya li Taxa Çapakliyê de doz vekirine jî lê belê hîn jî tesîs tesîs tê çêkirin û got, ax û ava Deşta Gedîzê berpêşî şîrketa biyogazê tê kirin. 

Şîrketa Hilberîna Biyogaz Elektrîkê ya Egeyê, li Taxa Çapakli ya navçeya Salihlî ya Aydinê li devereke 34 hezar û 400 metrekareyî dest bi çêkirina Santrala Biyogaz Enerjiyê û Tesîsa Hilberandina Gubre kiriye. Ji bo santral bê betalkirin gundiyan jî doz li şîrketê kiriye. Seroka Komeleya Hawirdorê ya Salihliyê û parêzera dosyeyê Seçîl Ege Degerlî, anî ziman ku şîrket bêyî ku li benda biryara dadgehê bisekine xebatên ji bo çêkirina tesîsê didomîne û gotî ya tê kirin bêhiqûqî ye. 
 
QADA ÇANDINIYÊ 
 
Degerlî, bibîr xist ku Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî rapora ji bo çêkirina tesîsê qebûl kiriye û got, lê belê li dijî vê li Dadgeha Îdarî ya Manîsayê doz vekirine. Degerlî, anî ziman ku doza ji bo betalkirina tesîsê hîn jî didome û got, devera ku tê xwestin projeya navbirî lê bê çêkirin, devereke çandiniyê ye. Degerlî, bilêv kir ku li wê qadê rez, zeytûn, zebze û fêkî hene û got: "Her wiha li biniya cihê ku dê proje lê bê çêkirin sê cihokên avê yên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) hene. Yek ji vana ji bo avdaniya erdên Deşta Gedîzê tê bikaranîn. Ên din jî ji bo ava vexwarinê ne. Mêrgên ku gundî bi kar tînin jî li biniya vê deverê ne." 
 
Degerlî, destnîşan kir ku piştî wan doz vekiriye biryarek ji keya re çûye û bi vê biryarê derketiye holê kur wezaretê daxwaznameya wan a dozê red kiriye û piştî îtîraza me şîrketê di warê avadaniyê de hin guherîn kirin. Degerlî, diyar kir ku bi vî awayî di nava erdên gundiyan re rêyek hatiye çêkirin û got, şêniyên gund jî ji bo parastina mafê milkiyetê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dane û got: "Lê belê piştî keşfa pêzaniyê ya ji bo doza me ya der barê rapora wezaretê de, şîrketê roja betlaneyê, di 15'ê Tîrmehêde, bi dozer, qamyon û kemçeyan dest bi çêkirina rê kir. Li wê derê gundiyan li ber xwe da. Piştî çend rojan nobet hat girtin, qeymeqamtiyê bang li rayedarên şîrketê û keyayê gund kir. Gazî min nekiribûn. Ez bi çavê xwe ne şahidê wê civînê me, lê belê tişta tê gotin şîrketê gotiye wê li benda pêvajoya hiqûqî bisekine. Ji ber ku rayedarên şîrketê sozek bi vî rengî dabû, gundiyan jî dev ji berxwedanê berdabû. Yanî gundiyan baweriya xwe bi soza ku li qeymeqamtiyê hat dayîn anî û gundiyan jî dev ji berxwedanê berda. Lê di 24'ê Tîrmehê de ji nişkave rayedarên şîrketê tevî gelek wesayîtan û hêzên dewletê hatin. Şêniyên gund nerazîbûna xwe da der, lê belê polîsan bi gazê û copan êrîş birin ser wan, li wan dan û ew binçav kirin." 
 
ERD ZIRARÊ DIBÎNIN
 
Degerlî, destnîşan kir ku êrîşa li se rgundiyan û kar û barên ku şîrket bêd estûr dike li dijî hiqûqê ye û got: "Niha şîrket wê rêyê bi karr tîne. Yanî hêzmn dewletê guh neda gel, bi awayekî bêhiqûqî rê li ber şîrketê xistin. Ev rê di tam di nava erdekî gundiyê me re derbas dibe. Tu hêleke qanûnî ya vê rêyê tuneye. Li vî gundî piranî firingî tên açndin. Niha zirar gihaye baxçeyên firngiyan ên li derdora vê rêyê ne." 
 
Degerlî, anî ziman ku di dosyeya danasîna projeyê ya berpêşî wezaretê hatiye kirin de wê rojê Şirketin bakanlığa sunduğu proje tanıtım dosyasında günlük  100 hezar lître av bê bikaranîn û got, ev jî tê wateya ku dê erdên avî yên li wir bêkêr bimînin û çandinî nemîne.