Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe

img
GÎRESÛN - Li bajaroka Sogukpinar a Espiyeyê li herêma Çiyayên Kizilkayayê ji ber lêgerîna ji bo madenan xwezaya herêmê her diçe bêtir tê texrîbkirin. 
 
Li bajaroka Sogukpinar a navçeya Espiya ya Gîrsûnê, herêma Çiyayên Kzilkaya Madenê ji aliyê şîrketa Etî Bakir a girêdayî holdînga Cengîzê tên texrîbkirin. 
 
DEVERÊN DÎROKÎ TÊN TUNEKIRIN 
 
Gelek zinarên ku gelê herêmê navê "bizmûlkê keviran" li wan dikin ji cih hatine rakirin. Her wiha tê gotin wê gelek zinarên bi vî rengî jî bên rakirin. Ji ber lêgerîna ji bo madenan Şikefta Beşîk Goluyê, Girê Hidirelle, Bizmûlkê Keviran û Parka Tebîatê ya Yedî Degîrmenlerê xesareke mezin dîtine. 
 
Her wiha ji ber lêgerîna madenan hêşînahiya derdorê jî tê tunekirin. 
 
Ava bermayî ya li qada madenê jî, ber bi berhrê ve tê şandin. Her wiha tê gotin di dema lehiya 22'yê Tebaxê ya Gîresûnê gelek bermayiyên talûke di ser Çemê Geleverayê re tevli Behra Reş bûn. 
 
Welatî li bendê ne ku herêmê wekî parka xwezayê bê îlankirin û dibêjin heger lêgerînên wê bên kirin jî divê bi usûla berê bê kolanin, bi kolandin axö. 
 
MA / Tolga Guney