Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin

img

ŞIRNEX - Şewata duh bi şev li Çiyayê Cûdî rû da, belavî 7 cihên din bû. Ekîbên Miduriyeta Fîrmana Daristanê xwestin mudaxileyî şewatê bikin, lê eskeran bi hinceta “ewlekariyê” ekîb asteng kirin û temaşeyî şewatê kirin. 

 
Şewata duh bi şev li Çiyayê Cûdî ya navçeya Silopî ya Şirnexê rû da, belavî 7 cihên din bû. Ji bajêr pêt û guriya şewatê xuya dike. Yên ku dixwazin mudaxileyî şewatê bikin, ji aliyê eskeran ve tên astengkirin.
 
Şefîtiya Fîrmaya Daristanê ya Şirnexê derbarê şewatên daristanan de, got: “Ji duh ve em hewl didin bibin herêma şewatê. Ekîbên me bi 7 wesayîtan xwestin biçin herêmê û şewatê vemirînin. Lê  eskeran ekîbên me asteng kirin. Eskeran bi hinceta ‘ewlekariyê’ destûr nedan ku ekîbên me biçin cihê şewatê û agir vemirînin. Ji me re dibin herêma ku di şewite ne bi ewleye. Ji ber vê yekê ekîbên me paşve vegeriyan.” 
 
Şefîtiya Fîmaraya Daristanê da zanîn ku şewat li 7 cihên herêmê belav bûye û ev agahî da: “Karmendên me niha diçin, şewata li herêma li ser rêya Sêrtê (Kaniya Qeymeqam) mudaxile bikin.” 
 
ESKER AGIR PÊ DIXIN!
 
Hat diyar kirin ku şewat li gundên Gundikê Remo, Gundikê Spîndarûk, Gilindor, Cifane, Newa Qêra Gundikê Melê û Nêvava ji aliyê gundiyan ve hatiye vemirandin. Li gorî çavkaniyan, di saetên şevê de, eskeran ji qereqola herêma Qursekêça 3 gulleyên diçire berdan û dure li herêma Newa Qêra şewat derket.
 
Li aliyê din, şewata duh bi şev li çoltera gundên Kiwex û Basîbîrînê yên girêdayî bajaroka Araban a navçeya Hezexê ya Şirnexê rû dabû, hat vemirandin.