Li Çiyayê Cûdî şewatek vedimire, yekê din dest pê dike

img
ŞIRNEX- Şewata ku  li gundên Gundikê Remo û Gundikê Spîndarûkê rû dabûn ji ber xwe ve vemirî, lê vê carê jî li  mezraya girêdayî gundikê Melê ya Benevyayê dest pê kir.
 
Şewata ku li gundên Gundikê Remo û Gundikê Spîndarûkê yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî rû dabûn ji ber xwe ve vemirîn, lê vê carê jî li mezraya girêdayî gundikê Melê a Benevyayê şewat rû da.
 
Têkildarî sedama derketina şewatê tu agahî nehatin bi dest xistin. Şewata ku mudaxileyî wê nayê kirin her ku diçe belav dibe.