Ji bo bişibînin Maldîvê toza mermeran reşandin peravan!

img

MÛGLA - Li navçeya Bodrûmê xwediyê hin otêlan û kargehan tiştekî sosret dikin. Ji bo peravan bişibînin Maldîvê toza mermer û kirêcê direşînin peravan. 

Li navçeya Bodrûm a Mûglayê xwediyê hin otêl û kargehan ji bo herêmê bişîbînin Maldîvê kirêc û toza mermeran direşînin peravan. Piştî hawirdorparêzan gilî kir der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Midûriyeta Hawirdor û bajarsaziyê ya Mûglayê, li xwediyên otêl û kargehên ku ev yek kirine 310 hezar lîre û Şaredariya Bodrûmê jî ji ber ku ya hatiye kirin dijî avadaniyê ye 35 hezar TL ceza li wan biriye.
 
Endamê Desteya Rêvebir a Konseya Bajêr a Bodrûmê û Dilxwazê Platforma Hawirdorê ya Bodrûmê Mîrbahattîn Demîr, diyar kir ku toza hatiye reaşndin zirarê dide hawirdorê û got, bandorê li tenduristiya mirovan jî dike. Demîr, anî ziman ku li gor lêkolînên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, "kuvarsên" di nav toza mermeran de ne dibin sedema pençeşêrê. Demîr, destnîşan kir ku toza kuvarsan bandoreke mezin li peravan û ekosîstema behran dike û got: "Zirara wê ya mezin nebata endemîk Posîdonîa Oceanîca (Çîmenên Behrê) dikuje. Ji zûv de ye ku Bodrûmê bi xetereya betornkirinê re rû bi rû ye. Her wiha peravên wê jî hatine dagirkirin." 
 
LI SEDÎ 90'Ê PERAVAN KUVARS HENE 
 
Demîr, anî ziman ku li sedî 40'ê peravan kuvarsên di nav toza mermeran de hene ku tê gotin dibe sedema pençeşêrê û got: "180 ton toza mermeran li Yalîkavak Marînayê rijandin û ev yek heya 15 Hezîranê dewam kir. Me Konseya Bajêr hin nimûne ji toza mermeran girt û ji bo dahurandinê şand. Hê encamên wê diyar nebûne." 
 
NEXWEŞÎNÊN HILMIJÎNÊ
 
Demîr, destnîşan kir ku toza mermeran zirareke mezin dide tenduristiya mirovan û got: "Li gor daneyên rêxistinên tenduristiyê toz amermeran çermê mirov tehrîş dike û dibe sedema nexweşîna sklerodermayê. Dibe ku xebatkarên ocaxên mermeran û kesên malên wan nêzî ocaxên mermeran bi nexweşîna sîlîkozîsê bıkevın." 
 
MA / Esra Solîn Dal