Zebzeyên kom dikin li kesên lazimiya wan heye belav dikin

img
ŞIRNEX - Zebzeyên ku Şaredariya Silopiyayê li nav erdekî 29 donimî çandibûn gihaştin û li gel hatin belavkirin. 
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiyayê ya HDP'î li Taxa Yenîşehîrê li nav 9 donimî û li Taxa Cûmhûriyetê jî li nav 20 donim erdî zebze çandibû. Zebzên hatin çandin gihaştin. Midûriyeta Polîtîkayên Jina û endamên Meclîsa Şaredariyê bamye, xirtik, xiyar û berên din berhev dikin û didin kesên pêdiviya wan pê heye. 
 
Midûra Polîtîkayên Jinê Nergîz Ant ku li nav erd zebze berhev dike, anî ziman ku jinên di bin banê şaredariyê de li nav erd dişixulin û got, zebzeên behev dikin li malbatên rewşa wan a aborî nebaş belav dikin. Anta, got: "Karê axê, destdayîna axê, çandinî heyecaneke mezin li mirov peyda dike. Loma em bi kêfxweşî diçînin û berhev dikin." 
 
Ant, anî ziman ku îsal ji ber pandemiyê wan bi xwe baxçe çandiye û berên gihaştine li gel belav dikin û got, piştî çinînê projeyên wan ên wekî serevaniyê jî hene û wê ji bo kooperatîfbûyînê bixebitin.
 
'GOTIN HÛN NIKARIN BIKIN'
 
Endama Meclîsa Şaredariyê Besê Cevîz jî anî ziman ku gava dest bi vî karî kirine bi nêzîkatiyên wekî 'hûn nikarin bikin' re rû bi rû mane, belê niha berên xwe berhev dikin. Cevîz, got: "Me endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên jin ên şaredariyê 10 rojan tevrik kir, şitil çandin û avdanî kir. Piştî vê baxçê me pir xweşik bû. Îro cara çaran e em beran berhev dikin û li mirovên pêdiviya wan pê heye belav dikin." 
 
Cevîz, anî ziman ku ji ber berê wan organîk in hin kes tên û dixwazin bikirin lê belê ew nafirişin û got: "Gava jin bixwaze dikare her tiştî bike. Divê keda jinê bê dîtin."