Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin

img
ÎDIR - Ji ber HES'a li ser Çemê Arasê hatiye çêkirin ekosîstema gundên derdorê serobin bûye. Li gelek gundan êdî dar fêkiyan nagirin 
 
Ji ber Santrala Hîdroelektrîkê ya Hoşdereyê (HES) a li gundê Încesû yê navçeya Tozan a Îdirê ku li ser Çemê Arasê hatiye çêkirin ekosîstema derdorê xera bûye. Ji ber vê li gelek deverên herêmê êdî dar jî fêkiyan nagirin. 
 
DARÊN BI SALAN HIŞK DIBIN 
 
Hasan Yuce, diyar kir ku tu fêdeya HES'ê li gundê wan çênebûye û got, ji roja ku hatiye çêkirin heya niha pirssgirêkên di warê avê de zêdetir bûne. Yuce, anî ziman ku ji ber avê bax û baxçên wan hişk bûne û got, ji dêvla darên hişk dibin her sal ên nû datînin lê belê nikarin av bidin. Yuce, got: "Hema bêje li her baxçî darên 10-20 salî hene. Em darên nû datînin lê hişk dibin. Dewlet diçe li ser behran piran çêdike, lê nikare pirsgirêka avê ya gund hel bike. Kirine ku kes li vir nejî." 
 
‘EKOSÎSTEM XERA BÛYE' 
 
Îbrahîm Yuce jî mişmişên wan di mîhrîcanan de ên herî baş derketine, lê belê niha ne mişmişên wan î pê tev li mîhrîcanan bibin mane ne jî ji bo firotinê. Yuce, got: "Berê darên me ji ber nebûna avê dişewitîn, lê niha jî ji ber bendavê. Ev bendav ekosîstema gund serobino kirine. Ji bo ranta şîrketan gundî û cotkaran mexdûr kirine. Tenê ne li gundê me, heman mesele li gundên dora Çemê Arasê hemûyan heye. Ji ber HES'an êdî extiyar ji gundan diçin."