Ekolojiya Derya Reş talan dikin

img

ORDU - Di salên dawî de bi HES, lêgerîna madenê û gelek înşaetên din ekolojiya Ordû û Derya Reş talan dikin. Niha jî li navçeya Fatsa bi siyanur li zêr digerin. Endamê Komeleya Derdorê ya Ordu Cahît Ongunyurt, anî ziman ku ji bo rê li pêş karsazên kapitalist vekin baxçeyên bindeqan talan dikin. 

Li gelek bajarên Herêma Derya Reş, projeyên Santralên Enerjiyê yên wekî RES, HES û lêgerînên madenê didomin. Ji ber vê yekê xweza û ekolojiya Herêma Derya Reş ku bi daristan û zozanên xwe navdar in talan û wêran dibe. Niha li bajarê Ordu yê Herêma Derya Reş jî patron û xwediyên şîrketan li madenê digerin û baxçeyên bindeqan talan dikin. Li Navçeya Fatsa ku Santrala Hidroelektrik (HES) lê hatiye avakirin, vê carê jî bi siyanur li zêr digerin û xwezaya Ordu talan dikin. Ev lêgerîna zêrê bi siyanur hem deşt û zozanên Ordu, hem jî qadên çandiniyê û dar û berê wê talan dike. Ji ber şîrketên bazirganiyê bindeqên ku çavkaniya debarê ya gelê herêmê ye bi talûkeyek mezin re rû bi rû ye. Endamê Komeleya Derdorê ya Ordu û Nûnerê Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) yê Orduyê Cahît Ongunyurt, anî ziman ku ji bo rê li pêş karsazên kapitalist vekin baxçeyên bindeqan talan dikin. 
 
Ongunyurt, da zanîn ku di 10 salên dawî de li Ordu ekolojî talan û wêran dibe û wiha got: "Li herêmê bi dehan HES hatine avakirin. Kanên keviran hatine avakirin. Santralên Termîkê hatine avakirin. Niha jî li Navçeya Fatsayê bi siyanur li zêr digerin. Ev lêgerîna zêr zerarê dide hemû herêma Derya Reş. Kana lêgerîna Zêr li Navçeya Fatsa li ser girekî hatiye avakirin. Ava bi siyanur tev li ava vexarinê dibe. Tev li ava zeviyan dibe. Tev li ava Derya Reş dibe. Zerarê dide hemû herêma Derya Reş. Dewlet ji bo rê li pêş karên şîrketê veke her tişti dike. Têkoşîna hiqûqî ji aliyê îqtîdarê ve tê astengkirin. Îqtîdar ji bo rê li pêş sermayedar û hêzên kapitalist  veke her tim zagonan diguherîne. 
 
Ongunyurt, xebatên şaredariya Bajarê Mezin a Ordu jî rexne kir û da zanîn ku hemû qadên jiyanê tune dikin û wiha lê zêde kir: "Di salên dawî de ji herêma Ayigi heta Çemê Meletê bi qasî 8 kilometre tijî kirin. Dixwazin di nava deryayê de hawiz ava bikin. Derya bi xwe hawiz e. Dixwazin hawiz di nava hawiz de ava bikin û qadên rantê ava dikin. Ev xebatên tên kirin zerarek mezin dide baxçeyên bindeqan. Berê bindeq kifikî nedibûn. Niha êdî nexweşiya kifikbûnê bi bindeqan re çêbûye. Ev encama talankirin û wêrankirina ekolojiyê ye." 
 
Ongunyurt, bang li gundiyan kir û xwest ji bo rê li pêş talankirin û wêrankirinê bigirin dengê xwe bilind bikin. Ongunyurt, xwest gundî di nava xwe de kooperatiflan ava bikin û ji bo parastina ax, av û xwezaya xwe xwe bi rêxistin bikin. 
 
MA / Tolga Guney