Adar hat bihar hat 2020-03-11 10:27:56 MÊRDÎN - Bi hatina meha Adarê re xwezayê bi dengê xwe mizgîniya biharê da welatiyan. Pelê daran bişkivîn û kulîlk li daranket.  Bi hatina meha Adarê û zêdebûna germahiyê re xweza ji nûve geş bû. Li Gundên beriya Qoserê bi hatina adarê de xweza kesk bû. Pelê daran bişkivîn û kulîlk li daran ket. Bi geşbûna xwezayê û vekirina pel û çîçekên daran xweza rengîn bû. Kulilkên darên bihîv û berên din mizgîniya biharê dide welatiyan.