Li Heskîfê mexdûrên xaniyan hatin binçavkirin 2019-11-16 16:40:38   ÊLIH – Komek ciwann bi boneya ezeb in, li cihê nû yê Heskîfê ku xanî nedan wan çalakî li dar xistin. Piştî daxuyaniyê polîsan ew binçav kirin.    Li aliyekî bi hilweşandin û talankirinê ku tê xwestin navçeya dîrokî ya Heskîfê bin ava Bendava Ilisû de bimîne li aliyê din jî xelkê navçeyê ji navenda navçeyê bar dikin diçin cihê nû yê Heskîfê. Li cihê nû bi hênceta “ezeb in” xanî nedan 92 kesan. Kesên hatin mexdûrkirin li dijî vê yekê li Serêpirê ya Heskîfê kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.   DAXWAZÊN XWE ANÎN ZIMAN    Daxuyanî di dorpêça polîsan de pêk hat. Ji welatiyan Eyûp Agalday axivî û da zanîn pêwîste xanî bidin kesên bê xanî mane û got: “Mafê xanî nadin welatiyên ezeb ku hatine çaxa zewacê. Lazime xanî bidin hemû kesên bêmal.” Agalday bertek nîşan da û daxwazên xwe rêz kirin.    Agalday bal kişand ser bêkariyê û got divê şêniyên ji Heskîfê di saziyan de bixebitin.    PIŞTÎ DAXUYANIYÊ BINÇAV KIRIN    Piştî daxuyaniyê welatiyan xwest çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan destûr neda çalakiya rûniştinê û hemû welatî binçav kirin. Piştî welatiyan birin Miduriyeta Polîsan a Heskîfê û îfadeyên wan girtin berdan.