Li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê wextê payizê ye 2019-11-11 09:08:04 AMED – Li bajarên herêmê wextê pelweşînê ango payizê ye. Li qeraxê Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê bi rengên xweşikiya payizê xemilîn. Demsala havînê ya germ qediya û demsala payizê dest pê kir. Her demsalek gelî, newal û qeraxên çemen herêmê bi rengên xweşik dixemile û bala mirovan dide ser xwe. Ber bi dawiya meha cotmehê de pelên daran zer û sor dibin û diwerin ango diweşin. Di van rojan de li her deverek bajarên herêmê wextê pelweşînê ye.    Yek ji van deverên ku rengê payîzê xwe lê daye nîşandan jî Geliyê Dîcleyê ango qeraxê Çemê Dîcleyê ye. Li Çemê Dîcleyê ku di kêleka Baxçeyên Hevselê yên navçeya Sûra Amedê de diherike cûr bi cûr daran pelên xwe zer kiriye û ahengî û xweşikiya rengan radixîne ber çavan.    Spîndarên bilind ku ber bi asîmanan ve hilkişiyane û hêdî hêdî pelên xwe yên kesk zer dikin û xatir ji hêşînahiya asîmanan dixwazin. Çemê Dîcleyê bi xûşînek nerm diherike û ev dengê ku xwe li nava xwezaya payizê berdide mirovan mest dike û aram dihêle.   Hin welatî li nav dar û li qeraxê çem digerin û ji bêhna payîzê kêfê digirin û hin welatî jî li ber çem bi şewk û tûran masiyên payizê digirin.   Cotkar jî berhemên xwe dawî ji  Baxçeyên Hevselê berhev dikin û baxçeyên xwe dixeritînin û hin cotkar jî ji bo biharê ji niha ve baxçeyên xwe diajon ango dikêlin.   Pelên hin daran zer bûne, hin dar kesk in û hin dar jî ku pelên xwe sor kirine, siya xwe dane ser çem hêjayî dîtinê ye.   MA / Bîlal Guldem