Xweşikî û xemla payîzê li gundê Saldaxê ye 2019-11-04 09:07:36 DERSIM – Bi hatina demsala payîzê re li gundê Saldaxa navçeya Pertagê hemû xweşikiya rengan li ber çavan e. Gelek xwezahez û wênegir diçin serdana gund.  Bi hatina demsala payîzê re rengê xwezayê diguhere û pel ji daran diweşin. Gundê Saldaxa bi ser navçeya Pertaga Dersimê ve xweza veguheriye rengên xweşik. Gundê Saldaxê dîmenên rengîn û xweşik ên payîzê xemilî ye. Li jora dîmenên xweşik ên payîzê li ser çiyayan berf barî û rengê berfê û xweşikiya payîzê dîmenek xweşiktir raxist ber çavan.    Her sal xwezahez û wênegir diherikin gundê Salaxê û bi kêfxweşî li dîmenên payîzê temaşe dikin û wêneyan digirin. Xweşikiya dîmenên payîzê ji dawiya meha cotmehê dest pê dike û heta nîvê meha mijdarê didome.    Welatiyên tên serdana gund di nava xwezaya xweşik û hewaya xweş a vê xweayê de digerin û dibêjin ku xweza aramiyê û kêfxweşiyê dide wan.    XWEŞIKIYEK BÊHEMPA    Ji yên meşa xwezayê amade dikin Perîxan Soylemez diyar kir ku di hefteyekê de ev bû cara duyem e ku tên serdana gundê Saldaxê û xweza li vir xwedî xweşiyek bêhempa ye. Soylemez anî ziman ku gundê Saldaxê gelek rengên xweşik dihebîne û rengên mîna kesk, sor û zer li vir dibin rengên dîtbariyek xweşik. Soylemez da zanîn ku xweza aramiyê û kêfxweşiyê dide wan û dibêje divê her kes biçe gundê Saldaxê bibîne.    3 DEMSAL TÊ DÎTIN    Ji xwendekarên bi navê Boran Demîr û Yilmaz Dogukan Pala yên beşdarî gera xwezayê ya li gundê Saldaxê bûn jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin sê demsal payîz, havîn û bihar bi hev re li gund tê dîtin.    MA / Semra Turan