Li Çiyayên Kazê 52 roj: Ji bo Heskîfê em dest bidin hev 2019-09-15 16:25:53     ÇANAKKALE - “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî xebatên lêgerîna zêr dest pê kir di roja 52’yan de dewam kir. Dildarên nobetê di meşa xwe  ya îro de silav ji Heskîf û Mûnzûrê re şandin û strana “Ji bo Heskîfê dest bi dest” gotin.    Çalakiya Nobetê ya Av û Wîcdan a li Çiyayê Kazê di roja 52’an de berdewam kir. Endamê Yekitiya Ekolojî, ji navenda bajêr û ji bajarên derdorê bi dehan welatî beşdarî nobeta îro bûn. Di nobetê de pankarên “Şirketa Zêrvan Kîrazli terk bike”, “Çiyayên Kazê yên me ne” û “Silav ji Heskîf û Mûnzûrê re” hatin vekirin.    Girseya beşdarî çalakiyê bû heya deriyê şantiye meşiyan û strana “Ji bo Heskîfê em dest bidin hev” gotin. Girse dûre vegeriya qada Balaban a nobeta lê berdewam dike û dîsa çalakiya xwe dewam kirin