‘Nobeta Av û Wijdanê’ di roja 47’an de ye 2019-09-10 11:48:21 ÇANAKKALE - “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî xebatên lêgerîna zêr dest pê kir di roja 47’an de  dewam kir.    Çalakiya ‘Nobetê ya Av û Wîjdanê’ ya li Çiyayê Kazê di roja 47'an de berdewam kir. Gelek sazî û dezgehên cuda qada nobet lê berdewam dike ziyaret kirin û pankartên “Çiyayên Kazê yên me ne” û “Xwedî Çiyayên Kazê derkevin” li qadê hatin vekirin.   FORÛM HAT LIDARXISTIN   Li qadê dinavbera serdanvan û dildarên nobetê de forumek kurt hat lidarxistin. Di forumê de,  Heskîf, Çiyayên Kazê, Munzur û projeyên li van herêman tên birêve birin hatin nîqaşkirin.    Dûre li otorê ya Çanê meş hat lidarxistin û girse heya qada şantiye ya li wir 200 hezar dar hatibûn jêkirin meşiya. Girse heya demekê li ber deriyê şantiye rûniştin û dûre paşve vegeriya cihê nobetê Balabanê.