Nobeta Çiyayê Kazê di roja 44'an de yeBi belavokan bal kişandin ser xwezayê 2019-09-07 16:23:12   ÇALAKKALE/STENBOL – Nobeta Av û Wijdan a li dijî talankirina Çiyayê Kazê di roja 44'an de berdewam kir. Welatiyan diyar kirin ku heta şîrket destê xwe ji talankirina xwezayê vekişînin wê çalakiya xwe berdewam birin. Li Stenbolê jî Înîsiyatifa Piştevaniya Xwezayê ya Esenyurtê, bi armanca balê bikişînin ser talankirina xwezayê li qada bajar belavok belav kirin.    Çalakiya "Nobeta Wîcdan û Avê" ya li dijî şîrketa Alamos Gold a Navenda wê Kanada ye û taşerona wê ya herêmî ya Madenvaniya Dogu Biga 44 rojin bi şev û roj didome. Gelek welatiyên ji navenda bajar û bajarên derdorê hatin daxuyanî dan. Girsê di çalakiyê de pankartên "Alamos Gold ji çiyayê Kazê bicehime, Şîrketa 6'emîn Kirazliyê terk bike", "Her der Çiyayê Kazan e", "Ji bo av, ax û hewa xwe, haydê em bimeşin Kirazliyê" û "Kapitalizm dara ku nikare siya wê bifroşe, difiroşe" hilgirtin.    Çalakgerên di nobetê de, welatiyên ku hatin piştgiriyê agahdar kirin û ji welatiyan xwestin ku li dijî Şîrketa Alamos Gold a li Çiyayê Kazê xebatên xwe berdewam dike hestiyar tev bigerin. Nobedarên li qadê û welatiyên hatin piştevaniyê demekê li qadê rûniştin û şahiya muzîkê li dar xistin. Çalakger piştre meşiyan pêş deriyê Şantiya ku nêzî 200 hezar dar birîne û bê navber dirûşmeyên "Dest nedin hewa, av û axa me" berz kirin û dîsa vegeriyan qada nobetê."    SENDÎKAYA KARKERAN JÎ PIŞTGIRÎ DA   Nûnerên DİSK'ê û Sendikayên Birleşik Metal-İşê jî çalakger ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.    Wê li qada Nobetê bi tevlêbûna welatiyên ji bajar hatine konserek bê dayîn.    STENBOL    Li Stenbolê jî Înîsiyatifa Piştevaniya Xwezayê ya Esenyurtê, bi armanca balê bikişînin ser talankirina xwezayê ya li Heskif, Mûnzûr, Çiyayê Kazê û Gola Selda li qada Esenyurtê belavok belav kirin. Înîsiyatifê di çalakiyê de pankarta Xala 56'an a Makeqanûnê ya "Her kes xwedî maf e ku li derdorak bi tenduristî û hevsengî bijî. Pêşxistina derdorê, parastina tenduristiya derdorê û paqijhiştina derdorê erk û peywira dewletê û hemwelatiyan e." vekirin.    Komê di çalakiyêde dowîzên "Jora Çiyayê Kazê ji zêr bi qîmettir e", "Li dijî hêrsa qezençê pişteviyê pêş bixin", "Talankirina Heskif, Mûnzûr, Selda û Çiyayê Kazê didome" û piştre belavok belav kirin.